Ji bo Newroza li Romayê bang hate kirin

Komîteya Newrozê, ji bo pîrozbahiya 23'ê Adarê ya li paytexta Îtalya Romayê banga tevlîbûnê kir.

Kurdistanî li her devera lê ne bi rengekî girseyî Newrozê pîroz dikin.

Komîteya Amadekar a Newroza li Îtalyayê ku wê 23'ê Adarê bê pîrozkirin, ji bo tevlîbûnê bang kir.

Di ddaxuyaniyê de hate ragihandin, Newroza îsal diyarî endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Dogan Zinar û şoreşgerê enternasyonalîst ê li Rojava şehîd bû Lorenzo Orsetti (Têkoşer) û şehîdên Kurdistanê hatiye kirin.

Komîteyê bang li Kurdistaniyên li Îtalyayê û dostên wan kir ku agirê Newroza îsal li dijî zîhniyeta înkar, tinekirinê bi berxwedaneke mezin gur bikin.