Ji bo Mexmûrê li Bernê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin

Ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê, li dijî dorpêça li ser Mexmûrê çalakiyek kirin.

Ciwanan diyar kirin ku ew dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin û  li ber Konsolosxaneya Iraqê bi dirûşmeya "Mexmûr wargeha jiyanê ye, li dijî dagirkirina jiyanê serî hilde" çalakî li dar xistin.

Ciwanên ku çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin, ev daxuyanî dan:

“Em ciwanên Kurd gav paşde navêjin. Em bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne. Ev biryara gel e. Em ê li vir li ber xwe bidin. Em ê jî wekî gelê Mexmûrê tevbigerin û em ê îradeya xwe teslîm nekin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekir, em ê teslîmî dewleta Iraqê jî nekin. Ji ber vê yekê em li vir bang dikin. Ev dorpêça ku di heman demê de projeyeke qirêj a dewleta Tirk e, tê wateya dorpêçkirina me hemûyan. Berxwedana li hemberî dorpêçê tê wateya jiyanê. Em ê bi ser bikevin. Rojava û Şengal bi ser ketin, wê Mexmûr jî bi ser bikeve.”

Leşkerên artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çekên giran, kepçe û têlan xwestibû dora Kampa Mexmûrê bigirin. Gel li hemberî hewldana dorpêçkirinê li ber xwe da, artêşa Iraqê şikand û di konan de dest bi nobetê kirin.