Ji bo kesên ku CPT protestokirin hatibûn girtin çalakî hate kirin

Dema ku bêdengiya  CPT'yê li Strasboûrgê ya li  Fransayê ya li bara tecrîdê hatibû şermezarkirin, 7 ciwanên çalakger hatin girtin. Girtina ciwanan li Zûrîhê hate şermezarkirin

Li Zûrîhê ya Swîsreyê komeke ciwanên enternasyonalîst xwest ciwanên ku li Strasboûrgê hatin girtin, demildest werin berdan.

Şeva Şemiyê di çalakiyê de ya li Helvetîaplatzê pankartên bi nivîsa ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Bijî berxwedana Strasboûrgê'' û ''Ji berxwedêrên Strasboûrgê re azadî'' hatin vekirin.

Çalakgeran di serî de ya CPT'yê, bêdengiya saziyên Ewropî yên li bara tecrîdê şermezar kirin, peyamên destekdayinê dane berxwedêrên grevên birçîbûnê, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, di greva birçîbûnê de ne.

25'ê Sibatê li avahiya CPT'yê ya Strasobûrgê, ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo ku balê bikişîn ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kiribûn. Di vê çalakiyê de 41 ciwan hatibûn destgîrkirin û 7 ji van, bi sûcdariya ''bi mebesta ku ziyanê bidin malê dewletê rêxistin ava kirine' û ''li ber karmendê peywirdar rabûne'' biryar hatibû standin heta 4'ê Nîsanê girtî bimînin.