Ji bo Ecevît Pîroglû li Bernê çalakî hat lidarxistin

Li çalakiya ji bo Ecevît Pîroglû li Bernê hat lidarxistin, wiha hat gotin: “Ger îade bibe, em baş dizanin ku wê çi bê bi serî de. Em dixwazin ku gefa îadekirinê ji ser bê rakirin û serbest bê berdan.“

Ji bo berdana Ecevît Pîroglû ku ji ber daxwaza îadekirinê ya Tirkiyeyê nêzîkê du sal in Sirbistan wî radigire, li bajarê Bernê yê Swîsreyê çalakî hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), li Bahnhofplatzê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartê li ser “Bila Ecevît Pîroglû bê berdan” nivîsandî û wêneyên Pîroglû hatin hildan.

Siyasetmedar Nejdet Atalay ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku hiqûqa navneteweyî nayê hesabkirin û li gor daxwaza îadekirinê ya Tirkiyeyê, Sirbistan dixwaze Ecevît Pîroglû bide destên Tirkiyeyê. Atalay bi bîr xist ku bi saya piştevaniya navneteweyî ya li dijî îadekirina Pîroglû, nehatiye hiştin ku Pîroglû bê îadekirin û got: “Xeteriya îadekirina Tirkiyeyê ya Pîroglû, hêj neqediyaye.”

Atalay, îşaret bi têkoşîna Pîroglû ya ji Geziyê ta bi Rojava kir û anî ziman ku ew ê li dijî gefa îadekirinê piştevaniya navneteweyî geş bikin û bi Pîroglû re bibin piştevan.

Tûncay Yilmaz ku li ser navê ADGB’ê axivî û da xuyakirin ku Ecevît Pîroglû jî wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rû bi rûyê pêvajoyeke komploya navneteweyî hatiye hiştin û wiha pê de çû: “Ecevît Pîroglû, ji bo gelên Tirkiyeyê û Kurdan têkoşîna ji bo şoreşê kiriye. Em, Ecevît Pîroglû, ji berxwedana Geziyê, ji têkoşîna wî ya ji bo Şoreşa Rojava nas dikin. Hevrêye me Ecevît ku bê îadekirin em dizanin ku wê çi bê bi serî de. Girtina Ecevît Pîroglû li dijî hiqûqa navneteweyî ye, bila gefa îadekirinê ji ser bê rakirin û bê berdan. Me, bang li raya navneteweyî ew e ku ji bo berdana Ecevît Pîroglû hestyar bibe.”