Ji bo Ecevît Pîroglû cara sêyemîn biryara radestkirinê hat dayîn

Ji aliyê dadgeha herêmî ve cara sêyemîn bêyî danîşîn biryara radestkirina Ecevît Pîroglû hat dayîn. Endamê Meclîsa PA’yê Andrej Hûnko, diyar kir ku ew ê binpêkirinên mafan li saziyên dîplomatîk a Ewropa-Sirbîstanê bînin rojevê.

Şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê di 24’ê Hezîrana 2021’an de li Sirbîstanê hate destgîrkirin. Di dosyaya radestkirina Pîroglû de geşedanên nû rû dan.

Biryara radestkirinê ya dadgeha herêmî ku ji aliyê dadgeha temyîzê ve du caran hate betalkirin, cara sêyemîn ji aliyê dadgeha herêmî ve bêyî danîşînê hat girtin. Parêzerên Ecevît Pîroglû ji bo dozê careke din serlêdana temyîzê bikin.

Ecevît Pîroglû ku ji bo demek kin hatibû berdan û piştre bi komploya polîsan dîsa hatibû girtin. Danîşîna Pîroglu ku wê 7’ê Nîsanê de bihatiba dîtin, bi hincetên teknikî taloqî 13’ê Nîsanê hat kirin.

Endamê Meclîsa Parlementeran a Ewropayê Andrej Hûnko, serdana girtîgeha ku Pîroglu lê girtiye, kir. Endamê Meclîsa Federal ê Elmanyayê û Cîgirê Koma Parlementoya Partiya Çep a Ewropayê Andrej Hûnko, piştî serdana girtîgehê ji ANF’ê re axivî.

 Hûnko, diyar kir ku ew bi Pîroglu re nêzî saetekê axiviye û anî ziman ku rewşa wî ya fîzîkî başe, lê şert û mercên girtîgehê bi pirsgirêk in. Hûnko got: “Neçar dimîne ku hucreyê bi qasî 10 metrekare rojê 22 saetan bi 4 girtiyên din ên ne siyasî re parve bike. Nikarin bi wan re têkîlî deyne, ji ber ku bi tenê Sirbî diaxvin. Di nava rojê de 2 saetan ji hucreyê derdikevin.”

Hûnko, anî ziman ku Pîroglû li gorî qanûnên Sirbîstanê nikare ji saleke zêdetir girtî bimîne û got: “Ji ber vê yekê îdîaya sextekariya belgeyan, doza duyemîn vekirin."

Hûnko got: “Divê Sirbîstan li gorî hiqûa navneteweyî û peymanên mafên mirovan demildest Pîroglû berdin. Min li Belgradê serdana Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî kir. Soza piştgiriyê dan. Em ê van binpêkirinên mafan li saziyên dîplomatîk a Ewropa-Sirbîstanê bînin rojevê.“