Ji bo Dag û Er xwestin biryara darvekirinê bê rakirin
Ji bo rakirina biryara darvekirinê ya rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ji bo Mezlûm Dag û Abdurrahman Er li bajarên Cenevre û Bern ên Swîsreyê çalakî hatin kirin.
Ji bo rakirina biryara darvekirinê ya rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ji bo Mezlûm Dag û Abdurrahman Er li bajarên Cenevre û Bern ên Swîsreyê çalakî hatin kirin.
Însiyatîfa Piştevaniya bi Dag û Er re li Qada Hevetîaplatz a Bern a paytexta Swîsreyê û tevlîbûna malbat û hêzên demokrasiyê çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Darvekirin sûcê li dijî mirovahiyê ye’ wêneyên Dag û Er hatin hildan.
Di çalakiyê de belavokek bi Elmanî hate xwendin û piştre jî Mesût Alagaş axivî. Alagaş got: “Çi di têkoşîna başûr û çi jî ya çar parçeyên Kurdistanê de ked, xwêdan û xwîna her du malbatên ku biryara darvekirinê li ser hatine girtin jî hene.”
Alagaş anî ziman ku divê çarçoveyê de divê hikûmeta başûr vê li ber çav bigre û demildest biryara darvekirinê bide sekinandin.
Li ser navê Îsiyatîfa Piştevaniya bi Er û Dogan re jî Firat Anil axivî û diyar kir ku divê ji polîtîkayên şer bên dûrxistin. Divê di mijara rawestandina biryara darvekirinê de Rêveberiya Herêma Kurdistanê biryarek bide.
Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dawî bû.
CENEVRE
Li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) malbata Er û Dag jî di nav de gelek kes hatin ba hev û çalakiyek kirin.
Li vir li ser navê malbatê Necmettîn Er û Hevserokê Navenda Civaka Kurd Salih Saglam li vir axivîn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku darvekirin sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê rêveberiya Hewlêr biryara darvekirinê paşve vekişîne.
Piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde çalakî bi dawî bû.