Ji bo Dag û Er bi Rêxistina Efûyê re rûniştin

Înîsîyatîfa Hevgirtina ji bo Dag û Er ji bo biryara darvekirina Mazlûm Dag û Abdurahman Er were sekinandin bi Şaxa Swîsreyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re rûniştin.

Înîsîyatîfa Hevgirtina ji bo Dag û Er derbarê darvekirina Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku rêveberiya Hewlêrê biryara darvekirina wan dabû ji bo biryara darvekirinê were sekinandin bi Şaxa Swîsreyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rûniştin.

Demîr Çelîk, Nejdet Atalay û Necmettîn Er ên di nav heyeta Înîsîyatîfa Hevgirtina ji bo Dag û Er de ne, bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin ku bila li dijî darvekirinê têkevin nav hewldanan û tevlî kampanyaya îmzeyan bibe.

Hetê dosyeyek da nûnerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.

Heyetê diyar kir ku wê di 16’ê Kanûnê de li Helvetîaplatza li bajarê Bernê ya Swîsreyê li dijî biryara darvekirinê çalakiyekê li dar bixe û bi Nûnertiya Rêveberiya Kurdan a Herêmî ya Şaxa Bernê jî rûnên.