Ji bo berxwedêrên grevê serdana Rêxistina Efûyê kirin
Hevdîtinên Komîteya Dîplomasiyê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê ya ji bo raya giştî ji tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdar bike, didomin.
Hevdîtinên Komîteya Dîplomasiyê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê ya ji bo raya giştî ji tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdar bike, didomin.
Komîteya Dîplomasî ya berî niha hevdîtinên xwe di asta partiyên siyasî de didomandin, niha hevdîtinên xwe yên di asta sazî û rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivl de didomîne.
Li ser navê komîtê ji Komîteya Rojava Erîk Bong ê di nava heyetê de, serdana navenda Rêxistina Efû ya Navneteweyî ya li Stockholmê kir û bi rayedarên rêxistinê re civiyan.
Heyetê, li ser tecrîda giran a Ocalan û rewşa dawî ya berxwedêrên grevan rêveberên Rêxistina Efû ya Navneteweyî agahdarkirin. Ji bo pêşîgirtina mirinan daxwaza ketina liv û tevgerê kirin.
Nûnerên Rêxistinên Efû yê anîn ziman ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê pêk tên ji nêz ve dişopînin, diyar kir ku mijarê bi platformên cuda dikin roje û wê tim vê jî bidomînin.
Komîteya Dîplomasiyê destnîşan kir ku ji bo balê bikişînin ser rewşa berxwedêrên grevên birçîbûnê wê xebatên xwe hê zêdetir bikin, wê hevdîtinên xwe yên di asta saziyên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl de bidomînin.