'Ji bo azadiya xwe em li Kolnê li hev kom bibin'

Di civîneke gel de ya li Saînt-Avoldê hate lidarxistin, hate ragihandin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawiya mêtingerî û dagirkeriyê ye; çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bang li Kurdên li Ewropayê hate kirin ku 17'ê Sibatê li Kolnê bin.

Pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmehê ji aliyê gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û aktîvîstên ji gelek herêmên cîhanê ve hate destpêkirin, pêl bi pêl mezin dibe. Beriya çalakiya 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ku di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de wê bê lidarxistin, gelê Kurd bi ruhê seferberiyê li hev kom dibe û li dijî mêtingerî û dagirkeriyê peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan dide.

Ber bi sala 25'an a komploya navneteweyî li bajarê Saînt-Avold ê Fransayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin.

Di civînê de qala pêvajoya dîrokî ya komploya navneteweyî hate kirin û hate ragihandin ku tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê meşandin, li ser gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin.

Di civînê de hate ragihandin ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd Îmrali ye û hate gotin, "Ocalan îradeya gelê Kurd e. Êşkenceya bi rêk û pêk a li Îmraliyê li dijî gelê Kurd hatiye kirin."

Di civînê de hate bibîrxistin ku 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Di civiînê de hate gotin, êşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, tecrîd jî êşkence ye.

Di civînê de axaftvanan gotin, "Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya Rêbertî esas e" û destnîşan kirin ku heta azadiya îradeya gelê Kurd, heta bidestxistina azadiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di civînê de hate gotin, "Ji bo azadiya me, ji bo bidawîanîna li dagirkeriyê, ji bo rawestandina li sûcên li dijî mirovahiyê em hemû li Kolnê li hev kom bibin û bersivê bidin dewleta Tirk û hêzên navneteweyî." Di civînê de ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê hate kirin.