BI DÎMEN

Ji bo avakirina jinûve ya Sînemaya Amûdê, li Leccoyê merasîm

Bi merasîma li Leccoyê hatî lidarxistin, şehîdê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer) hate bîranîn. Ji bo avakirina jinûve ya Sînemaya Amûdê, alîkarî hate komkirin.

MERASÎMA PIŞTEVANIYA BI ROJAVA RE

Li bajarê Lecco yê Îtalyayê li Galeone ya li Centro Socîale (Navenda Çandê) merasîmek hate lidarxistin. Di sala 1966’an de bi sedan zarokên Kurd dema ku temaşeyî fîlm dikirin, ji aliyê rejîma Baas’ê ve hatin qetilkirin. Ji bo zindîkirina bîranîna van zarokan Sînemaya Amûdê (Nûova Cinema Amûdê) jinûve tê avakirin. Ji bo piştevaniya vê yekê û bîranîna şehîdê YPG’î Lorenzo Orsettî (Têkoşer), merasîm hate lidarxistin.

Merasîm di saet 20.00’an de destpê kir. Destpêkê belgefilma ku ji bo bîranîna şoreşgerê YPG’î yê Îtalyan Lorenzo Orsettî hatî amadekirin, hate temaşekirin. Lorenzo Orsettî di pêngava li dijî DAÎŞ’ê rizgarkirina Rojava de şehîd bû. Nêzî 60 kesan bi eleqeyeke mezin li belgefilmê temaşe kirin.

Piştre bavê Lorenzo Orsettî Alessandro Orsettî bi online beşdarî merasîmê bû û beşdaran silavan kir.

Orsettî diyar kir ku Lorenzo Orsettî beşdarî têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê bû û bi vî rengî tercîheke şoreşgerî kir û got: “Ez rêzdariyeke mezin nîşanî biryara wî didim. Ez serbilind im ku li ser rêya wî bimeşim û piştevaniya bi gelê Kurd re mezin bikim. Ez bang li her kesê dikim ku piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.”

Piştre Marco Gelhat ê ku di berxwedana Efrînê de cih girtî, axivî û li ser pêvajoyên diqewimin û Sîstema Konfederal a Demokratîk a li Rojava, nêrînên xwe anî ziman.

Merasîm bi sohbeta ku heta derengî şev dewam kirî re, bi dawî bû.

Di merasîmê de Tora Piştevaniya Rete Kurdistan û Komîteya Îtalya-Kurdistan stand danîn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wergerî Îtalî hatine kirin, pêşkêşî beşdaran kirin.