Ji aliyê serlêdanên penaberiyê ve Tirkiyeyê Efganistan derbas kir

Meha Tîrmehê 3 hezar û 791 kesî ji Tirkiyeyê berê xwe dan Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kirin. Vê hejmarê Efganistan jî li pey xwe hişt ku Talîban lê serdest e.

Li gorî daneyên Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF)'ê meha Tîrmehê 3 hezar û 791 kesên ji Tirkiyeyê hatin serlêdana penaberiyê kirin. Mirovên ji Tirkiyeyê hatin piştî Sûriyeyê yên herî zêde serlêdana penaberiyê kirin. Tirkiye bi vê hejmarê ji Efganistanê bihurî.

SERLÊDANA PENABERİYÊ BI 2 QATÎ ZÊDE BÛ

Ji destpêka sala 2023'an û vir ve hejmara kesên ji Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê kirin ji 23 hezar kesî zêdetir e. Li gorî heman dema sala 2022'an bi du qatî zêde bûye.

Jinûve desthilatedariya AKP-MHP'ê, zextên siyasî, rewşan nediyar a aborî û polîtîkaya koçberkirinê weke sedema zêdebûna serlêdanên penaberiyê yên ji Tirkiyeyê yên li Elmanyayê tê nîşandan.

Sala 2021'ê hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kiribûn 7 hezar û 67 kes bûn. Sala 2022'an ev hejmar bû 23 hezar û 938 kes. Di heft mehên destpêkê yên sala 2023'an de hejmara kesên serlêdana penaberiyê kirin nêzî hejmara ku tevahiya sala 2022'an hatiye kirin.

BAMF'ê diyar kir ku tenê ji sedî 15 ê mirovên serlêdana penaberiyê kirine serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Di sala 2022'an de ev hejmar ji sedî 27.8 bû.