Ji Agît Ural nameyek ji bo keça xwe 

Agît Ural ku yek çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Strasboûrgê ye û ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji keça xwe Tamara nivîsî. Ural got, ''Rojên azad em ê bi hev re li welatê azad, bi Rêbertiya Azad pêşwazî bikin keça min.''

Agît Ural ku yek çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Strasboûrgê û ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji keça xwe Tamara nivîsî. Ural di nameya xwe de wiha ji keça xwe re dibêje:

''Delala min Tamara! Ew rojên xewn û xeyal nêz in, ne dûr in. Hingê ez ê destê delala xwe bigirim û bi hev re em ê herin welatê bab û kalan, warê Mem û Zînê. Ji wir jî herin çiyayê bi kul û êş, warê lehengan çiyayê Gabar û Cûdî. Bi hev re em ê guh bidin dengê şalûl û bilbilan. Li wan çiyayên ku bi bêhna rihan û beybûnan tijî ye, li wan newal û gelî û zozanan ku bi dengê bilorvanan tijîye, em ê bi hev re bigerin. Wê derd û kul li dûr bimînin. Rojên azad em ê bi hev re li welatê azad, bi Rêbertiya Azad pêşwazî bikin keça min. Bi vê hêviyê û bi rihê berxwedanê te himêz dikim.''

Nameya ku   çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê Agîr Ural  ji bo keça xwe Tamara nivîsî wiha ye:

'' Ji bo keça min a delal Tamara,

Silav delala min Tamara. Ji bo ez hesret û kerba dilê xwe bişkênim, êş û elema dilê xwe ji bîr bikim weke bilbilê dil bi kul çawa ji bo gulê dilxweş bike bi şev û roj bi wî dengê xwe yê xweş rist û helbestan jê re dilorîne min jî xwe amade kir ku ji delala xwe re, a dilê xwe bêjim. Min xwest bi delala xwe re parve bikim da ku êşa wê kêmtir bişewitîne canê min. Wê demê wê li şûna êş û şewatê evîn û hesreta delala min bi cih bibe.

Erê karxezala min, di dinyayê de zarok in yên hastên wan paqij û bêguneh. Di dilê zarokan de xirabî, kîn û nefret, dijminahî û kuştin tine ye. Ez nizanim ji te re çawa bêjim; ev dinya û zemanê xirab roj bi roj wê dinyaya we ya xweş, xewn û xeyalên we dilewitîne. Ev gemarî roj bi roj hêviyên we yên jiyanê tine dike. Lê qet mitala neke delala min, bê çawa gul û beybûn û rihan li ber tirêjên rojê, ava zelal û bayê azadiyê geş dibin, em jî ji bo rojên we xweş û geş bibin, a ji destê me tê dikin û em ê bikin. Bi vî rengî em ê wan xewn û xeyalên we jî pêk bînin. Û ji were jiyanek bê şer û kuştin ava bikin.

Erê xezala min, her çiqas ji te dûr bim jî, her tim ew rûyê te yê bi ken li ber cavê mine. Ez hêvî dikim rûkena min, ew rûyê te yê delal melûl û jar nebe. Her çiqas berf û baran bibare, seqem rapêçe her alî, wê germahiya dilê we kêm neke û ne vemirîne.

Erê xweşika min, te ji dayîka xwe pirsî bû ka babe min ji min hez dike an na. Delala li ber dilê min tu yî, vê ti carî ji bîr neke tu di baxçeyê dilê min de mîna gul û rihanê şîn bûyî û mîna gul û rihanê geş dibî û reng didî. Kengî aciz dibim û ji derb dikevim tu tê bîra min, ji bo min tu dibî hêvî û derman. Her kêliyê bi te dilê min xweş dibe û coş dibe.

Delala min tu baş bizane, min hezkirina te di nava dilê xwe de çandiye û bi cih kiriye. Li hawirdorê wê hezkirinê jî mîna birc û sûrên Amedê bilind kiriye. Da ku ti kes nekare bikeve navbera min û rindika min de.

Şirîna min, heya ez li dinê bim ez te ji bîr nakim. Ji ber ku te dilê min bi evîndariya xwe xemilandiye. Mîna wan nexşê li ser destê dayîkan, te dil û mejiyê min reng bi reng nexişandiye. Ew ken û delaliya te mîna fîlmekê her kêlî di ber çavê min re derbas dibe.

Erê kevoka min, jibîrkirina te ne hêsan e û ji xwe ti car jî ne pêkan e. Dizanî zeman xirab e û mirovên zalim hene. Ji bo ev gul û beybûnên te di nava baxê dilê min de çandî ne çilmisin, da ku zarokên wek te bê tirs bikarin bijîn, min û 13 hevalan xwe ji bo we kir mertal. Mîna çirayek pêketî, an jî mîna findekê saet bi saet, kêlî bi kêlî me bedena xwe daye ber helandinê.

Erê biçûka min, ji bo ev êşa di dilê min de bişkê û dilê min hênik bibe, tu bibûya bayek hênik, an jî barana biharê a li ser axa zuha dibarê û bi xwe re hesreta axa pîroz pêk tîne, tu jî wisa bihata ba min da ku min jî ew êş û kedera di dilê xwe de ji bîr bikira. Û weke berê em bi hev şa bûna.

Karxezala min tu vê ti carî ji bîr neke; di dilê min de tu wekî kulîlka Lotosê yî. Her çiqasî ew di nava ava şêlo û geravê de şîn dibe jî, ji ber ku tovê wê û gewherê wê pak e, ti carî toz nagire û nalewite. Bi şev xwe noqî avê dike û bi hilatina rojê re serî ji bin avê derdixe, geş dibe û xweş dibe. Erê delala min, ji bo ez gula dilê we ji her xirabiyê biparêzim, roj bi roj şax bide û geş bibe, mîna notirvanekî li ber baxçe her tim bi germahiya dilê xwe te himêz dikim û weke helbesta welatê xwe te bilorînim. Da ku tu jî mîna min keyfxweş û dilşa bibî.

Delala min Tamara! Ew rojên xewn û xeyal nêz in, ne dûr in. Hingê ez ê destê delala xwe bigirim û bi hev re em ê herin welatê bab û kalan, warê Mem û Zînê. Ji wir jî herin çiyayê bi kul û êş, warê lehengan çiyayê Gabar û Cûdî. Bi hev re em ê guh bidin dengê şalûl û bilbilan. Li wan çiyayên ku bi bêhna rihan û beybûnan tijî ye, li wan newal û gelî û zozanan ku bi dengê bilorvanan tijîye, em ê bi hev re bigerin. Wê derd û kul li dûr bimînin. Rojên azad em ê bi hev re li welatê azad, bi Rêbertiya Azad pêşwazî bikin keça min. Bi vê hêviyê û bi rihê berxwedanê te himêz dikim.

Babê te Agît Ural ''