Jan ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Sylvîe Jan, ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê ku li dijî komkujiya Parîsê wê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Ji bo meşa protestoyî ya 12'ê Çileyê ya li Parîsê, Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvîe Jan banga tevlîbûnê kir û got, "Beriya 6 salan 3 hevalên me yên Kurd Sakîne, Rojbîn û Leyla bi xwînxwarû namerdî hatin kuştin."

Jan diyar kir, ji wê wextê ve ew her sal ji bo edaletê meşên girseyî li dar dixin û got, "Kiryar diyar in, kujer ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve hate birêvebirin. Em ji edaleta Fransayê dixwazin ku kiryaran eşkere bike û ceza bike.

Em daxwaza vê edaletê ji bo hevalên xwe, malbatên wan, Kurdên li Fransayê, gelê Kurd û ji bo gelê Fransayê dixwazin."

Jan bi bîr xist, li dewleteke hiqûqê, dewlet nikare cînayetekê qebûl bike û got, "Ev yek li demokrasiyê nayê. Eşkerekirina kiryaran me hemûyan eleqedar dike.

Ji ber vê yekê bang li we dikim ku 12'ê Çileyê roja Şemiyê saet 10'an li Gare du Nord a Parîsê bi me re tevlî meşê bibin. Ji ber ku em daxwaza edaletê dikin."