Hunermendên TEV-ÇAND û GOVEND li Strasboûrgê bûn

Berxwedana 14 aktivîstên Kurd ên li Strasboûrgê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 76’an de didome.

Serdanên ji bo berxwedêrên ji 17’ê Kanûnê ve li dijî tecrîda li ser Ocalan li Strasboûrgê di grevê dene dewam dike.

Tevî ku rewşa berxwedêrên grevê ku di nav de parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de heye, giran jî dibe, diyar dikin ku heta ‘Dîwarê tecrîdê yê Îmaraliyê hilweşînin’ wê di çalakiyê de bin. Di kontrolên dawî yên roja Yekşema borî hatî kirin de hatibû diyarkirin ku rewaşa tenduristiyê her diçe giran dibe.

ENDAMÊN TEV-ÇAND PARÎS Û GOVENDÊ SERDAN KIRIN

Serdanên ji bo berxwedêrên girevan jî dewam dikin. îro endamên TEV-ÇAND û GOVEND’ê yên ji paytexta Fransa Parîsê hatibûn serdana grevê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê TEV-ÇAND’ê hate kirin de bang hate kirin ku divê hemû hunermend bi huner û sekna xwe li gel berxwedêran cih bigirin.TEV-ÇAND’ê bang li Konseya Ewropa û CPT’ê kir ku tavilê bikevin tevgerê.

JI ELMANYA, FRANSA Û SWÎSREYÊ JÎ HATIN SERDANAN

Bi dehan Kurdistaniyên ji Besançon, Wûppertal a Elmanya û Swîsreyê hatin, serdana berxwedêrên li dijî tecrîdê ketin grevê kirin.

GREVA DORVEGER JÎ DEWAM DIKE

Greva bêdawî û bidorveger a 5 rojan dorveger ku ji bo piştgirîkirina berxwedêrên di grevê de ya li pêşiya CPT’ê û KE’yê hatiye destpêkirin jî dewam dike. Li aliyê din Nobeda ji Ocalan re azadî ya ku 7 sal in li heman qadê tê kirin, ji aliyê endamên PYD’ê ve hate dewirgirtin. Li bendêye ku roja Yekşemê Êzidiyên li Ewropayê greva bidorveger dewir bigirin.

Her wiha wê çalakvan ji aliyê dixtorên ku îro ji Elmanya û Fransayê tên wê serdana wan bikin û wan mûayene bike.