Hikûmeta Merkelê her kes xapandiye

Serokê Elmanyayê Scholz di civîna bilind a NATO'yê ya li ser firotina çekan a ji bo dewleta Tirk de axivî û got: “Di rewşa heyî de tu ambargo nîn e.“ Lê hikûmeta Merkelê digot ku wan di salên dawîn de firotina çekan daye sekinandin.

Piştî rakirina şerha xwe ji ser bûyîna endamên NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê ya Tirkiyeyê bi bazariyên di civîna NATO’yê de civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê pirsa ‘’Elmanya wê sînordarkirina firotina çekan ji ser Tirkiyeyê hilîne?’’ ji Serokê Elmanyayê Olaf Scholz hat kirin. Scholz got ku wan tu ambargo nîn e li ser Tirkiyeyê. Lê hikûmeta Elman a beriya niha, piştî erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girêspî ên sala 2019’an îdia kir ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê pir zêde kêm kiriye.

‘DEWLETA ÇEK JI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RE PEYDE DIKIRIN ELMANYA BÛ’

Sala 2018’an, gava dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, dîmenên leşkerên Tirk û çeteyên wê li ser tankên Leopard II yên Elman di medyaya cîhanê de derketin. Tankên Leopard II wesayîtên leşkerî yên herî giring ên êrîşê bûn. Tivingên G3 yên di êrîşa dagirkirinê de hatin bikaranîn jî yên Elmanyayê bûn. Her wiha beriya êrîşa bi ser Efrînê de jî, bi erêkirina hikûmeta Merkelê tankên di destên artêşa Tirk de, ji aliyê fabrîkeya çekan Rheinmetal a Elman ve hatin nûjenkirin.