Hikûmeta Evûstûrya tevîbûna nîjatperestan a civînê red kir

Hate ragihandin ji bo civîna ku wê vê hefteyê li serokwezîrtiyê li ser êrîş û provakasyonên faşîstên Tirk a li Viyanayê bê kirin, nîjatperest tevlî nabin. Ji bo civînê wê saziyên Kurd û koçberên Tirk ên din hatine vexwedin.

Komên faşîst ên Tirk ku desthilata AKP/MHP’ê destekê didinê 25’ê Hezîrana borî di nava çend rojan de li pey hev li paytexta Evûtûrya Viyanayê êrîşî Kurdan û beşên muxalîf ên dijî rejîma Erdogan kirin. Li ser bûyerên li dû hev qewimîn di navbera rêveberiya Viyana û Enqerê de alozî derket, di serî de Swerokwezîr Sabastîan Kûrz rayedarên asta jor a Evûstûryayê desthilata AKP/MHP’ê sûcdarkiribûn.

Piştî êrîş û provakatoriyên nîjatperestan ên bûn rojeva Evûstûryayê û şûnde komeleyên Kurd û Tirk vexwedin civîna ku tê plankirin wê li serokwezîrtiyê bê kirin. Piştî ku li ser medyaya Evûtûryayê hate bihîstin wê endamên komeleyên nîjatperestan jî tevlî civînê bibe û şûnde hikûmeta Viyanayê neçar ma ku gav bi şûn ve bavêje.

Wezîra Lihevhatinê Sûsanne Raab a ji televîzyona qenala O1 re axivî ragihand ku komeleyên nîjatperest ên tundraw ji bo civînê nehatine vexwendin. Wezîr Raab got: “Em ê komeleyên Kurd û Tirk vexwînin, em ê ji bo wan bînin ziman ku divê şerên siyasî yên li Tirkiyeyê li vir nedin nîşandan.”

Piştre ji borya Wezîr Raab daxuyaniyek fermî hate dayîn û hate gotin ku wê ti beşên bi ser komeleyên nîjatperestan tevlî civînê nebin.  

Rêveberiya Viyanayê dixwaze heta roja Înê ya vê hefteyê civînê pêk bîne.

Li bendê ye ku Wezîra Lihevhatinê Sûsanne Rabb û Wezîrê Karê Hundir Karl Nehammer, pisporên siyasî û yekîneyên ewlekariyê tevlî civînê bibin.