Hikûmeta Elman ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çi difikire?

Partiya Çepgir, nameya çalakgerên greva birçîbû ku ji rayedarên hikûmetê re şandibû, anî rojeva meclîsê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan des pê kirî, ya li Strasboûrg Fransayê kete roja 75'an.

13'ê Sibatê li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ji Serokkomarê Elmanyayê Franz-Walter Steînmeîer, Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karê Derve Heîko Mars re nameyek şandibû. Li gel ku di ser nameyê re du heftî bihurîn jî rayedarên Hikûmeta Federal derbarê nameyê ti daxuyanî nedan, Partiya Çepgir mijar bire rojeva Meclîsa Federal.

Parlamenterê Partiya Çepgir Gokay Akbulut, bi du pirsan, ku Hikûmeta  Federal pirsî, hem têkilî nameya Yuksel Koç û hem jî têkilî nameya  Dîlan Koç pirs kir û bersiv xwest. Tê payin ku rayedarên Hikûmeta Federal heftiya were bersivê bidin du pirsên Akbulut.  Pirsên Akbulut wiha ne:

-Serokwezîrtiyê û Wezareta Karê Derve çi bersiv dane nameya 13'ê Sibatê ya bi îmzeya Yuksel Koç, ev name çawa hate nirxandin?

-Piştî bersiva ji bo nameya Dîlan Koç, li ser protestoyê, ku fikir ew e li ber Meclîsa Federal wr kirin, Hikûmeta Federal çi difikire?

'MÎNA WÎLLY BRANT WÊREK BIN'

Dîlan Koç a 19 salî, keça Yuksel Koç, nameyek ji Hikûmeta Federal re şandibû û tê de gotibû, heke Hikûmeta Federal li dijî tecrîdê ti gavan navêje ew ê li ber Meclîsa Federal dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Yuksel Koç di nameya xwe de serokwezîrê 1970'yî yê Elman Wîlly Brandt bi bîr xistibû, bang kiribû ku rayedarên niha mîna Brandt bibin xwedî polîtîkayeke wêrek, ji bo tecrîd were rakirin, xwestibû ku rayedarên Elman gavan bavêjin.

Rêveberiya Çapemenî û Enformasyonê ya Hikûmeta Federal li ser nameya Dîlan Koç gotibû, tiştekî ku ew ji bo bavê wê Yuksel Koç bikin tine û ji Dîlan Koç xwestibû ku ew biçe bavê xwe qanih bike da ku bi rengekî dî yê çalakiyê protestoya siyasî bike.