Hejmara nû ya Stêrka Ciwan derket

Hejmara nû ya kovara ciwanên Kurd ên li Ewropayê Stêrka Ciwan derket.

Hejmara 212'an a Kovara Stêrka Ciwan bi manşêta, ''Rêbertiya azad, Kurdistana azad, Êzîdxana azad wê teqez bên pêkanîn!” derket. Di kovarê de mijara ''helwesta ciwanan a li dijî xayintiyê'' hate nirxandin.

Di hejmara Çile de Komkujiya Parîsê cih girt.

Nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku civakîbûnê ji hêla dîrokî û sosyal ve dinirxîne bi sernavê ''civak şertê hebûna me ye'' di kovarê de cih digire.

Nivîsên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di kovarê de hatine weşandin.

Di beşa jinê de ya kovarê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî li ser êrîşa modernîteya kapîtalîst a li ser nasnameya jinê û berxwedana jinê ya dijî vê nirxandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi nivîsa xwe ya bi navê, ''Rêxistinbûn li dijî faşîzmê çalakî ye'', balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna rêxistinî.