Heyeta Îmraliyê hate serdana çalakgerên li Strasboûrgê

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ya ku tê payîn di navbera 11 û 16’ê Sibatê de li Tirkiye û Kurdistanê hin hevdîtinan bike, hate serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.

Hevdîtinên Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî wê roja Duşemê dest pê bike. Delegasyon dixwaze biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.

Heyeta navneteweyî beriya ku biçe Tirkiyeyê hate serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.

‘EV ÇALAKIYEKE WÊREK E’

Wezîrê berê yê edaletê yê Îzlandayê û dîroknas Ogmûndur Jonasson, xwendekarê felsefeyê Conner Hayyes, çalakger Diyar Kerîm û endama Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re Havîn Guneşer jî di heyetê de cih digirin.

Wezîrê berê yê edaletê yê Îzlandayê û dîroknas Ogmûndur Jonasson piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Jonasson diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û ev çalakiyên greva birçîbûnê gaveke bi biryar û wêrek e.

Jonannson bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin li Tirkiyeyê Wezareta Edaletê jî di nav de, biçe serdana gelek rayedaran û yek ji armanca wan ev e ku ew biçin serdana Ocalan jî.

Di serdanê de wênesaz Jîm Fîtzpatrîk ê ku portreya reş û spî ya Che Gûevera çêkiribû, du tabloyên Ocalan jî diyarî çalakgeran kir.

DI HEYETÊ DE KÎ HENE?

Ji gelek sazî û welatan kes di heyetê de cih digirin. Hate diyarkirin ku Wezîrê berê yê edaletê yê Îzlandayê û dîroknas Ogmûndur Jonasson, sendîkavanê Îngîlîz Manûel Cortes, çalakgerê mafên mirovan û ekonomîstê Erjantînî Beverly Ann Keene, hiqûqnasê Îngîlîz Paûl Schoney, aktrîsta Îngîlîz Maxîne Peake, nivîskarê Îngîlîz John Hûnt û derhênerê Îngîlîz Jonathan Spaûll jî di heyetê de cih digirin.

Heyet ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ji bo hevdîtina bi Wezareta Edaletê serî lê daye û di 12’ê Sibatê de ew ê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan re bicivin.

Heyet di heman rojê de ew ê biçe serdana saziyên ÎHD, TÎHV û KESK’ê.

Heyet di 13’ê Sibatê de ew ê biçe Amedê û heke rewş guncav be, wê biçe serdana Leyla Guven. Piştre jî heyet wê bi nûnerên saziyên civakî yên Amedê re bicive.

Heyet di 14’ê Sibatê de ew ê bi nûnerên KCD, DBP û Dayikên Aştiyê re bicive.

Heyet ew ê piştre here Stenbolê û li vê derê tevî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bide.