Hevserokatiya Civaka Azad banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir

Civaka Azad bi dirûşmeya “Bi ruhê serketina demê bibin piştevanê mexdûrên erdhejê” banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir ku li 5 bajarên Awistirya û paytexta Macarîstanê Bûdapeştê were pîroz kirin.

Bi pêşengiya Civaka Azad bi dirûşma “Bi ruhê serketina demê bibin piştevanê mexdûrên erdhejê” li 5 bajarên Awistirya û paytexta Macarîstan Bûdapeştê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.

Hevserokatiya Civaka Azad ragihand ku wê paytexta Awistirya Vîyana, Înnsbrûck, Graz, Bregenz, Lînz û paytexta Macarîstan Bûdapeştê pîrozbahiyên Newrozê organîze bikin û plansaziyê eşkere kir.

Hevserokatiya Civaka Azad bi bîr xist ku roja Newrozê xweza ji nû ve zindî dibe, rêxistinbûnên civakî û berxwedanên heyî xurt dibin û girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê wiha anî ziman: “Newroz ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê roja berxwedanê ye ku xwedî wateyeke dîrokî, siyasî û civakî ye. Di heman demê de cejna azadiyê ye ku li hemberî her curê koletî, zext, zilm, polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê têkoşîn tê destpêkirin.”

Hevserokatiyê diyar kir ku Cejna Newrozê ya Kurdên li Awistiryayê li gorî vê wate û naveroka dîrokî li qadan were pîroz kirin. Hevserokatiyê bal kişand ser êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê û gelê Kurd û polîtîkayên tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê bangê kir: “Li gel polîtîkayên dewleta faşîst a Tirk em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin, serî li hember polîtîkayên zext û zilmê netewînin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hesappirsîna sûcên mirovî yên li hember Gerîlayên Azadiyê û bidestxistina azadiya gelê xwe, têkoşîna xwe mezin bikin û Newrozê ku cejna azadî û berxwedanê ye li gorî rola wê ya dîrokî, li qadan pîroz bikin. Ji be vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û daxwazên xwe bi awayekî xurt li qadan bînin ziman.”

Dem û cihên pîrozbahiyên Newrozê ya Hevserokatiya Civaka Azad wiha ye:

Viyana:
26.03.2023
13:00
Gasometer /guglasse 6
1110 Wien

Innsbruck:
19.03.2023
14:30
Radetzykstrasse 47
6020 Innsbruck

Graz:
18.03.2023
15:00
AK Saal - Strauchergasse 32, 8020 Graz

Linz:
25.03.2023
14:30
Volkshaus Neue Heimat - Vogelfängerplatz 4, 4030 Linz

Bregenz:
01.04.2023
14:00
Hofsteigsaal - Bundesstrasse 20, 6923 Lauterach

Bûdapeşte
25.03.2023
18:00
Helyszin/Rozmaring Kert Vendéglő-

Helyszin/Rozmarin G- Kert Vendeglö

Árpád fejedelem utja 125, 1036 Budapest