Heyetek bi serokatiya Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso ji duh ve li paytexta Elmanya BerlÎnê peywendiyan dike. Heyeta ku di nav de Hevseroka PYD’ê ya Baskê Jinan a Efrînê Noşîra Mele, berpirsê penaberên Efrînî yên li Şehbayê Idrîs Waqqas jî nav de bi Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng ku yek ji partiyên muxalefet a Elmanyayê ye civiya.
Heyetê têkildarî bûyerên li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê û bi taybet dagirkeriya Tirk a li Efrînê agahî da Kîppîngê. Piştî hevdîtinê Kîppîng li ser hesabê xwe yê tevna civakî dîmenek parve kir û ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê û hevkariya dewleta Elman a bi rejîma Erdogan re bang li Hikûmeta Federal a dibin serkowezîritya Angela Merkel de kir.
‘DIVÊ DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ BIDAWÎ BIBE’
Kîppîng diyar kir ku şervanên Kurd dawî li hebûna çeteyên DAÎŞ’ê aniye, tevî têkoşîna girîng a hêzên Rojava bi fermana Hikûmeta Federal kesên piştgiriyê dide vê têkoşînê tên krîmînalîze kirin. Lîdera Partiya Çep bibîrxist ku dewleta Tirk û çeteyan bi panzerên Elman Efrîn dagir kiriye û ji wê dîrokê ve paqijiya etnîkî li herêmê tê kirin, bi domdarî wiha got;
“Beriya dagirkeriyê Efrîn bi hevpar ji aliyê jin û zilam an dihate rêvebirin. Niha tenê li kolanên Efrînê jinên girtî tên dîtin û jinên ciwan jî tên revandin. Li aliyê din beriya dagirkeriyê li Efrînê gelek etnîk û kom bihevre dijiyan. Lê me bihîst ku niha zarokan bi zorê dişînin mizgeftan. Ji ber wê vê bangê li Hikûemta Federal dikin; hemû hevkariya xwe ya leşkerî ya bi rejîma Erdogan re bidawî bikin, êdî piştgiriya hêzên aligîrên wekhevî û demokrasiyê ya li Sûriyeyê bikin.”
Li aliyê din wê heyeta PYD’ê roja 21’ê Nîsanê beşdarî çalakiya ku bûyerên li Rojava û bi taybet li Efrînê were destgîrtin, bibe. Çalakî wê li navnîşana “Franz-Mehring-Platz 1, 10243 Berlîn” seat 18:0’an destpê bike.