Hevgirtina enternasyonal

Rêxistinên jinan ên Fransayê xwedî li greva birçîbûnê ya Strasboûrgê derdikevin. Bi gelek rêxistinên jinan re hevdîtin hate kirin. Senator Laurence Cohen çalakî silav kir. ParlaMenter Danîeell Sîmonnt greva birçîbûnê bire rojeva Meclîsê.

Greva briçîbûnê ya Parlaetera Colemêrgê ya Leyla Guven kete roja 58'an. Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî kete roja 19'an. Ji Nûnertiya Jinên Kurd a Navnetwî Xezal Karakuş got ji ber ku Leyla Guven pêşengiyê li greva birçîbûnê dike ev ji bo tevgerên jinan çalakiyê girîngtir û watedar dike.

BI RÊXISTINÊN JINAN RE HEVDÎTIN

Karakuş got têKilî grevên birçîbûnê wan bi gelek saziyên jinan re hev dîtiye, diyar kir ku wan bi Marche Mondiale des Femmes, Koordînasyona Netewî ya Jinan a Fransayê  (CNDF),Femmes Solidaires, Lobi Femmes Europen û bi gelek saziyên jin û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtine kiriye. Karakuş diyar kir piştî hevdîtinan rêxistinên jinan li grevên birçîbûnê xwedî derketine û diyar kirin, ji bo ku tevbigerin ew ê bang li CPT'yê bikin.

SENATOR ÇALAKÎ SILAV KIR

Senatora bajarê Val de Mmarneyê, ya herêma Bakurê Fransayê û her wiha li Senatoyê seroa komîsyona berevaniya mafê jinan Lurence Cohen çalakî slav kir, diyar kir, ew tim li cem jinên Kurd in û pirsgirêkên jinên Kurd pirsgirêkên wan in. Cohen got, hemû jinên ku li cîhanê çalakiyan dikin xwîşkên wan û wiha bang li jinan kir,''Em çalakiyan bikin, rabin ser piyan.''

BIRE ROJEVA MECLÎSÊ

Her wiha Parlamentera Eniya Çep a Franasyê Danîelle Sîmonnet li Meclîsa Netewî, Koordînatora Partiya Çep Corînne Moral Darleuv jî li Meclîsa Herêmî axivî. Sîmonet behsa şerê li Sûriyê kir, di serî de ya Leyla Guven behsa hemû grevên birçîbûnê kir, diyar kir ku gefa li ser Rojava û şerê li Sûriyê rasterast bi tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkildar e.

JI EMERÎKAYA LATÎN SILAV

Karakuş diyra kir ji 9'ê Çile û pê de ew ê konferansan li dar bixin, wê balê bikişînine ser grevên birçîbûnê û gefên dagirkirinê yên li ser Rojava.

Karakuş her wiha diyar kir ji Amerîkaya Latîn tevgerên jinan bi vîdeoyên ku ji wan re dişînin xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin. Li Parlamentoya Colombîayê ji bo hevgirtina bi jinên Kurd re bername hatiye danîn, jinan gotin, ''Em grevên birçîbûnê yên jinên Kurd slav dikin'' û dirûşma, 'jin, jiyan azadî'' gotin.

Karakuş her wiha diyar kir piştî ku betlaneya NOEL'ê û sersalê qediya wê gelek saziyên jin werin serdana wan, wê bi serdana Doktorên Sînornenas û saziyên jinan ev dest pê bike.

LI PE Û KE'YÊ WÊ HEVDÎTIN WERIN KIRIN

Karakuş herî dawî got li Parlamentoya Ewropayê 14-17'ê Çile wê civînan bikin û ji bo grevên birçîbûnê û girtiyên siyasî yên li Rojava û hemû girtiyên siyasî dîplomasiyê bikin.

21'ê Çile jî di civînên Konseya Ewropayê de wê têkilî grevên birçîbûnê xebatên dîplomatîk were kirin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka