'Heta Rêberê me azad bibe wê nobeda me ya azadiyê bidome!'

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di sala 8'emîn de jî li pêşiya Konseya Ewropayê bi xurtî didome. Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Nobedê Zulfu Bîngol got, "Çalakiya me berxwedaneke dîrokî ye. Gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Ev çalakî, li Ewropayê yek ji çalakiya herî demdirêj a Kurdan e. Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Nobetê Zulfu Bîngol ji ANF'ê re axivî û got ku "Armanca me azadiya Rêberê me ye. Heta ku em bigihêjin armanca xwe, wê çalakiya me bidome."

2 HEZAR Û 775 ROJ IN NOBET DIDOME

Beriya tecrîdeke giran a li Ocalan li Strasboûrgê çalakiyeke greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û ev çalakî 52 rojan domiyabû.

Piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê Nobeda Azadî Ji Ocalan re hate destpêkirin. Heta îro, rojekê bi tenê jî ji vê nobetê tawîz nehate dayîn. Ev çalakî 2 hezar û 775 roj in didome.

Qada çalakiyê di navbera qadên Robertsaû û Orangerîeyê de ye ya ku saziyên wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Parlementoya Ewropayê lê ne. Di heman demê de li kêleka Parka Orangerîeyê jî çalakî didome. Ji gelek bajar û welatên dinyayê tûrîst tên vê qadê.

NÊZÎ 2 HEZAR KES BEŞDAR BÛN

Ji roja ku ev çalakî hatiye destpêkirin heta niha mirov dikare bibêje ku ji hemû welatên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tevlî vê çalakiyê bûne. Li gorî agahiyên ku yek ji endamê Komîteya Amadekar a Nobetê Zulfu Bîngol dide, di 397 hefteyan de nêzî 2 hezar kesan nobet girtine. Her hefte herî kêm 3 kes nobetê digire û di hin hefteyan de ev hejmar dibe 6-7 kes jî.

Bîngol ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku çalakiya nobetê bênavber didome û xwedîderketina li nobetê jî wê zêdetir bibe. Bîngol got, “Di demên borî de hin pirsgirêk çêbûn lê a niha xwedîlêderketineke mezin heye. Him sazî û him jî gelê me yê welatparêz tevlî çalakiyê dibin.”

BI DEH HEZARAN BROŞUR Û BI SED HEZARAN BELAVOK HATE BELAVKIRIN

Bîngol diyar kir ku di çalakiya nobetê de derbarê jiyana Ocalan û têkoşîna wî agahdariyeke zêde tê kirin, ji ber ku qada çalakiyê qadeke tûrîstîk e, ew dikarin têkiliyê bi gelek mirovên ji welatên cihê deynin. Bîngol got ku, “Bi saya vê çalakiyê derfetên me çêbû ku em Rêbertiya xwe bi gelek mirovên ji welatên cihên bibin naskirin. Piranî tûrîst belavok û broşuran ji me werdigirin. Gelek tûrîst dixwazin dema vegeriyan welatê xwe, karibin derdora xwe jî agahdar bikin, broşur û belavokan ji me dixwazin.”

'LI HEMBERÎ VÊ HELWESTÊ TU HÊZ NIKARE BI SER BIKEVE'

Zulfu Bîngol diyar dike ku ev çalakî gelek tiştan nîşanî dewleta Tirk jî dide û got ku “Ji bo çalakiya nobetê mirov ji hezaran kîlometreyan tên. Li hemberî vê helwestê tu hêz nikare bi ser bikeve. Ev jî tê wateya girêdayîna bi Ocalan re. Armanca me azadiya Rêbertiya me ye. Heta ku ev hedef pêk were, em ê li vir bin.”