Hêrsa Kurdan a li dijî dagirkeriya Tirk kêm nabe

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Koln, Hîldesheîm, Ûlm, Bochûm û Bîelefeld ên Elmanyayê daketin qadan, dagirkeriya Tirk protestokirin.

Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike.

KOLN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Koln ê Elmanyayê daketin qadan bi meş û mîtîngekê ya ku li Katedralîna Domê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di çalakiyê de nûnerên Partiya Çep, Partiya Keskan, MLPD’ê daxivîn. Her wiha hunermend Şemdîn, Seyîdxan, Kawa û Cewad Merwanî jî cihê xwe di çalakiyê de girtin.

HÎLDESHEÎM

Kurdistanî û dostên wan ên li gara trenê ya navenda bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê hatin ba hev êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de Hevserokê NCKD Hatîce Gonen axivî bang li saziyên navneteweyî kir û got: “Hûn li kû ne” Li ser navê Komuna Jinan a Şehîd Meryem Xeco Donma jî axivî û got: “Erdogan xwe misilman nîşan dide, lê jin û zarokan qetil dike”

ÛLM

Li bajarê Ûlm jî li ser banga Li Dijî Şer Platforma Ûlm bi çalakiyekê dagirkerî hate protestokirin. ATÎF, ADHF, NCKD, SYDP, DÎDF, MLKP, Partiya Çep, MLPD, Kolektîf 26, Rebell û saziyên Kurd, Tirk û Elman piştevanî dan çalakiyê.

BOCHÛM

Bi meş û mîtîngekê Bochûm Elmanya êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sivîl dibin qûrbanî protestokirin. Di mîtîngê de endamê KNK’ê Maşallah Ozturk got: “Vê êrîşê carekî din girîngiya yekîtiya netewî bê ka çiqasî nîşan da.”

BÎELEFELD

Bi meşekê ya tevlîbûna bi sedan kesî li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava het protestokirin. Kurdistaniyên li gara trenê hatin ba hev dirûşmên ‘Terorîs Erdogan’ qîr kirin û berxwedana şervanên QSD’ê silav kirin.