Heke şîdeteke giran li jinê were kirin dibe ku bijîşk razan veneşêre

Li Fransayê sê rojan carekê jinek ji ber şîddeta giran jiyana xwe ji dest dide û êdî heke xetere hebe wê bijîşk jî ‘raza pîşeyî’ veneşêrin.

Qanûna berê li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê hatibû qebûlkirin ji aliyê senatoyê ve jî hate pesendkrin. Li gorî qanûna nû ji bo jinên şîddet li ser wan heye divê xebatkarên tendirustiyê jî berpirsyariyê werbigirin.

Li gorî vê qanûnê heke ‘xetereyeke nêz’ hebe bijîşk û xebatkarên tendirustiyê dikarin razê veneşêrin. Bi vî awayî heke li ser jinê fikara wan çêbibe, wê bikaribin ragihînin ji saziyên rayedar.

Xebatkarên tendirustiyê ji ber etîka tendirustiyê agahiyên derbarê nexweşan ji endamên malbatê re jî nabêjin. Di heman demê de di qanûnên berê de heke li ser zarokan şîddetek hebûya, hemû kesan dikaribûn ji saziyên rayedar re ragihandina.

Li Fransayê li gorî hejmarên fermî yên par 149 jin ji aliyê partnerên xwe yên pê re û yan jî berê hatibûn qetilkirin.