Hejmara 206’an a Kovara Stêrka Ciwan gihişte ber destê xwendekaran

Kovara Ciwanên Kurd ên Ewropa Stêrka Cwan hejmara wê ya meha Tîrmehê derket. Kovar bi mijarên nû yên îdeolojîk, polîtîk, çandî û dîrokî amade kirî xwe gihand ber destê xwênerên xwe.

Kovara Stêrka Ciwan bi manşeta “Bi ruhê Qasim Engîn û yê 14’ê Tîrmehê em vî demê bikin dema çalakiyan!" xwe digihîne xwendevanên xwe.

Hejmara kovarê ya Tîrmehê ya ku mijara "berxwedanê" digire dest, ji nivîsên îdeolojîk heta çandî-hunerî û dîrokî va gelek beşan li xwe dihewîne.

Kovara Stêrka Ciwan ya ku li Ewropayê ji weşanên herî domdar ya gelê Kurd e; cih dide nivîsên bi Kurdî, Elmanî, Fransî, Îngilîzî û Tirkî. Di mijara Tîrmehê da mijara "berxwedan"ê digire dest.

Di kovarê de nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke ‘Yan em ê têk bibin yan em ê têk bibin’ û di beşa Perspektîf de jî nivîsa bi sernavê ‘Bi pêşengiya ciwanan va ber bi Serhildanên Gel’, dîsa nivîseke ya Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê meha Gulanê Şehîd bûbû û dîsa ji bo bîranîna Engîn nivîsek hatibû amadekirin heye.

Di hejmara Tîrmehê de nivîsên di bin sernavên “Rêber Apo”, “Perspektif”, “Jinên Ciwan”, “Lêgerîna azad”, “Bîranin”, “Nirxandin”, “Çalakî”, “Çand û Huner” ve “Pirtukxane” hatine amadekirin pêşkêşî xwendekaran tê kirin.

Ji bo ku hûn kovara Stêrka Ciwan wek PDF bixwînin an jî bi dengî guhdar bikin, hûn dikarin bi lînkên li jêr xwe bigihînin kovarê:

PDF: https://www.rojaciwan.eu/tr/sterka-ciwan/

Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan

Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgx