Hefteya yekem a çalakiya li Strasbûgê bi dawî bû

Hefteya yekem a çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava KCK’ê ya 12’ê Îlonê bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li bajarê Strasbûrg a Fransayê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Hefteya yekem a çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Strasborûg a Fransayê mehekê dom bike hatibû destpêkirin siyasetmedarên Kurd, nûnerên yekbûyên Yekîtiya Hêza Demokratîk û saziyên baweriyê dewir girtibûn.

Çalakiya ku 12’ê Hezîranê ku li qada ku 25’ê Hezîrana 2012’an Nobeda Azadiyê lê hatibû destpêkirin, pêk hat semînera bi sernavê ‘Têkoşîna bi tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re’ hate kirin.

PEYMANA ŞENGAL HATE PROTESTOKIRIN

Li qada ku çalakî lê dom dike, pankatên cihê hatin hildan. Ji derveyî pankartên bi zimanên cuda yên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, pankarta bi nivîsa ‘Qirkirina Êzidiyan Rawestînin’ a bi armanca protestokirina Peymana Şengal a di navbera Hikûmeta Hewlêr-Bexda de hate îmzekirin jî hate hildan.

Di hefteya yekem a çalakiyê de ji aliyê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) ve doyaya ‘Pêvajoya Komploya Navneteweyî, Îdeolojiya Abdullah Ocalan’ li xwe digire, radestî nûnerên herdemî yên welatên endamên KE’ê kirin.

Her wiha di rojên dawî yên hefteyê de klîba ji aliyê Kororya Meclîsa Gel a Heîlborneyê ve li ser pêngava KCK’ê hatibû amadekirin, hate guhdarkirin. Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç anî ziman ku klîba ku hatibû azmadekirin wê ji bo hemû meclîsan bişînin, diyar kir ku xwedîderketina Kurdan a li pêngavê girîng e.

JI DUŞEMÊ Û ŞÛN VE WÊ YEKBÛYÊN KJK-E ÇALAKIYÊ BIDOMÎNIN

Duh bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ çalakiya ku hefteya yekem bi dawî bû, wê hefteya pêşiya me ji aliyê aktivîstên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve bê dewrgirtin. Çalakiya ku 12’ê Cotmehê destpê kir wê mehekê bidome.

LI QADA KU ÇALAKIYA JI BO AZADIYA OCALAN 8,5 SAL E HEYE DIDOME

Çalakiya rûniştinê ya ku hatiye destpêkirin li qada ku çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî ku 8-5 sal e lê didome, tê lidarxistin.

Çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî ku 25’ê Hezîrana 2012’an hatiye destpêkirin heta roja îro nêzî 2 hezar kes tevlî bûye. Di 344 hefteyan de heta niha ji bo bi sed hezaran kesî belavok û biroşor hatiye belavkirin, têkoşîn û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vegotin.