HDP’ê û tifaqên wê bi rojeva hilbijartinê li Ewropayê li hev civiyan

Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de yên li Ewropayê bi gelek nûnerên partî, konfederasyon û rêxistinan, li bajarê Krefeld ê Elmanyayê li hev civiya.

HDP’ê dawiya hefteyê ji bo xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê, bi gelek nûnerên partî, konfederasyon û rêxistinan li Navenda Çanda Elewiyan kom bûn. 

Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê, AABK, KCDK-E, TJK-E, AvEG-KON, ATİK, SYKP, ESU, Însiyatîfa Pontus a Ewropayê, ADHK, Xeta Sor, Koordînasyona Êzdiyên Ewropayê, Partiya Çep a Kesk, Akademisyênên Aştiyê, Meclîsa Sirgûnên li Ewropayê, PÎK, CÎK, FEDA, Sîyasetmederên ku li sirgûnê dijîn, TÎP, Partiya Şoreşger, SKB, NOR-Zartok, PKAN, MAR-DEF, Însiyatîfa Gelê Kurekciler ya li Ewropayê, Kongreya avakirina Dersîmê, SODAP, Cemaetê Kurdên li Berlin-Brandenburg û nûnerên KKP’ê tevlî civînê bûn.

Hevserokê Giştî ya HDP’ê û Parlementerê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî di civinê de axaftina vekirinê kir. Tiryakî di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya dengên hilbijêrên li derveyî welat.

Tiryakî got: “Li gorî tomarên fermî li Ewropayê nêzî 3 mîlyon û 50 hezar hilbijêr hene. Li Elmanyayê mîlyonekî 400 hezar hilbijêr, li Fransayê 318 hezar, li Hollandayê 25 hezar, li Belçîkayê 133 hezar, li Awûstûryayê 108 hezar, li Îngilistanê 87 hezar, li Swêdê 37 hezar û li Danîmarkayê jî 33 hezar hilbijêr hene.”

DENGÊN HDP’Ê YA LI DERVEYÎ WELAT ZÊDEYÎ 500 HEZAR E

Tiryakî destnîşan kir ku AKP’ê ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ye ber bi hilweşînê re diçe û got: “Ev hilbijartin pir giring e. Li gorî xebatên HDP’ê li ji derveyî welat dengên HDP’ê dibe ku zêdeyî 500 hezar be.  

Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku dive ji Tîfaqa Ked û Azadiyê ya ku bi deklerasyonekê presîbên xwe ragihand, ne tenê bi potansiyeşa dengdanê nêzîk bibin û di aliyê manewî de binirxînin.

Kurkçu detnîşan kir ku ev tifaq destpêka meşa mezin e ku li ser sindoqên hilbijatinê hatiye avakirin û ragihand ku ew her tim bi gefa girtina HDP’ê re rû bi rû dimînin.

EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksungur jî wiha got: “Hilbijartinên di pêşiya me de xala werçerxê ye. Em ê ji hilbijartinên beriya niha ezmûnek mezin bigrin û wesa tevger bikin. Bi têkoşînê tevlîbûna girseyî esas bigrin. “

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî diyar kir ku navenda hemû pêkhateyan Elmanya ye, lê dîsa jî di vir de kêmasiyên me hene û wiha dewam kir: “Divê em hemû cihêrengiyan bikin yek. Di hilbijartinên borî de li cihên ku me ev yek bidest xist, me encam girt. HDP’ê di serî de deng û partiya Kurd, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî, Laz, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Pontûsî, Hemşînî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Cihû, Misilman û Jin, Ciwan, Kedkar, Sosyalîst, Akedemîsyen û hemû kesên ku dengê wan ne hatiye bihîstin e. Divê em hemû bi hevre xwedî lê derbikevin. Em ê bi hevre bixebitin û bi hevre serbikevin.”

Herî dawî Koordînasyona Xebatên Hilbijartinê yên Ewropayê ku hemû nûnerên partî, konfederasyon, federasyon û rêxîstînên di civînê de amade bûn pêk bê, hat avakirin. 

Tê payîn ku koordînasyon di demên pêş de li hev bicivin û xebatên hilbijartinê ya di pêşengtiya HDP’ê de li Ewropayê mezintir bikin, nêxşeya rê amade bikin û bi raya giştî re ragihînin.