Hawirdorparêzan li Elmanyayê kana komirê dagir kirin

Bi hezaran hawirdorparêz li herêma Ruhr a Elmanyayê li hev civiyan û piştî meşeke dirêj xwe gihandin nava kaneke madenê. Hawirdorparêzan kirin ku karê li kanê lawaz bibe.

Çalakiya protestoyî ya li Elmanyayê bi rojane didome. Hawirdorparêzên Ende Gelaende (Rawestgeha dawî) ketin nava navenda madenê ya Garzweillerê.

Hate ragihandin ku armanc ji vê çalakiyê rawestandina karê kana madenê ye ku ji aliyê şîrketa mezin a enerjiyê ya Elman NRW ve tê bikaranîn.

Aktîvîstên Ende Gelaende berî rojekê jî yek ji santralên herî mezin ên komirê yên Elman febrîqeya Neurath dagir kiribûn û karê wê rawestandibûn.

Nêzî pênc sed çalakgeran ji bo trenên sotemeniyê ji kana komirê re dibin rawestînin, kulûbeyên biçûk li ser xeta trenê bi cih kirin.

Her wiha li gundê Keyenbergê ku ji ber projeya mezinkirina kana madenê ya Garzweiller gefa hilweşînê lê tê xwarin, tevgera "Friday for Future" nêzî heyşt hezar xwendekar li hev kom kir.

Berdevka Ende Gelaende Kathrin Henneberger daxuyaniyek da û diyar kir, çalakiya wan 'sedemek ji bo hêvîkirinê ye' û got, "Tevî neserketina mezin a siyasetmedaran a li pêşberî krîza avhewayê, bi hezaran hez ji bo edaleta avhewayê bi rengekî vekirî sînyalê dişînin."

Henneberger got, "Dixwazî çalakiyek be, dixwazî greveke dibistanê ya jî blokaj be, ev tevger bib iryar e ku dawî li serdema sotemeniya fosîl bîne."

Bi banga tevgera "Friday for Future" Înê derdora çil hezar kes ji şanzdeh welatan, li bajarê Aachen ê Elmanyayê ji bo bidawîbûna bikaranîna komirê û wergirtina tedbîrên şênber ên der barê avhewayê li hev civiyabûn û meşek pêk anîbûn.