Haîtmogûllari û rêveberên SKYP’ê li Strasboûrgê bûn

Rêveberên SKYP’ê û Hatîmogûllari ya HDP’yî ku serdana berxwedêrên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ev 73 roj in di grevê de ne kir. Di serdanê de hate gotin ku berxwedana gel a li dijî tecrîdê û têkoşîna li dijî faşîzmê çeperekî nû ye.

Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvegera a 14 siyasetmedar û aktivîstên Kurd ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 73’an de dewam dike.

Li gel serdanên Kurdistanî û dostên wan, gelek siyasetmedar serdanên ji bo berxwedêran dewam dike.

Di nava rojê de Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hamîtogûllari û komek ji Partiya Rizgariya Nû û Sosyalîst (SYKP) serdana çalakvanan kirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, ji Koordînasyona SYKP’ê ya Ewropa Tuncay Yilmaz jî amade bûn.

Di çalakiyê de Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “ Daxwazên berxwedêrên ketine greva biçîbûnê daxwazên me yên hevpar in.”

Hatîmogûllari bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan di serî de tecrîda lis er gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz ên Tirkiye û hemû muxalefetê ye û got: “Ji ber ku Tirkiye gav bi gav ber bi faşîzmeke ku ji nû ve tê avakirin ve diçe.”

Hatîmogûllari diyar kir ku diyar bikin ku li gel we çalakvan û gihandina dengê we ya Tirkiye û hemû raya giştî ya cîhanê; heta ku hêza me têrê bike û tişta ji destê me bê em ê bikin. Hatîmogûllari got: “Di vê têkoşînê de me bi hev re ne.”

Li pey Hatîmogûllari Hevsroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî axivî û peyama berxwedana bi pêşegtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin ‘werzê berxwedanê’ ya li dijî faşîzmê ye da. Yuce got: “Greva birçîbûnê ya di demekê de ku dixwazin faşîzmê bi sazî bikin, hetiye destpêkirin, ji bo aştî û demokrasiyê bûye eniyeke ya berxwedanê. Ji bo pêkhatina daxwazên grevên birçîbûnê heta ji destê me bê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.”

Ji Koordînasyona SYKP’ê Tuncay Yilmaz jî diyar kir ku çalakvanên grevên birçîbûnê alternatîfek nû pêşkêşî Tirkiyeyê dike û renxe li saziyên navneteweyî yên li dijî tecrîdê bêdengin kir.

Li ser navê berxwedêrên grevê jî Mûstefa Sarikaya axivî û diyar kir ku tevî zoriyê jî hêviya wan a serketinê heye û winda nekirine. Sarikaya got: “Em spasiya serdana we dikin. Serdan hêz û moralê dide me. Em têdikoşin. Em têkoşîneke ku serketinê bîne dikin. Demê zor li pêş e, lê em xewdî çandeke ku serketinê dike hedef in. Em ê bi ser kevin. Tirkiye wê deriyê Îmraliyê veke. Em ê deriyê Îmralî hilweşînin, bi hev re bînin xwar.

Yên li ber xwe didin wê encamê diyar bikin. Ne tenê em li ber xwe didin, hûn jî li ber xwe didin. Di vê eniya berxwedanê de em hê zêdetir rastir li hev bicivin, bibin yek serketineke mezin mumkin e.”