Şêwirmendê nûnertiya PYD Atîna parêzer Strastos Nîkoloûdîs hate serdana çalgkerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ku 76 roj in didome.
Nîkoloûdîs di serdanê de axivî û got; “Tecrîd sucê li dijî mirovahiyê ye. Serdana me ji bo piştevaniya bi çalakgerên grevê re ye û çalakî parçeyek ji çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê ye. Çalakiyên grevên birçîbûnê dirokî û qehremaniye. Ji ber ku ev armanca van çalakiyan azadî, demokrasî, mafên mirovan û edaletê ye.”
Nîkoloûdîs bi domdarî got; “Di heman demê de bi van çalakiyan bêdengiya dewletên Ewropayê hate eşkere kirin û bêdengî hevkariya konsepta şerê li dijî gelê Kurd e. Gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê dike û li gel vê têkoşinê bûyîn jî erkekî mirovî ye.”
Li ser navê çalakgeran rewşenbîr Kardo Bokanî axivî û ji ber serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman. Bokanî wiha got; “Ocalan ji gelê Kurd xweser nayê destgirtin. Azadiya Ocalan wê pêşî li azadiya gelê Kurd jî veke. Welatên Ewropa aktorên girîng ê komployê ne. Divê tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd pêk tine weke dewama komployê were dîtin.”
Bokanî herî dawî got; “Divê bêdengiya dewletên Ewropa weke dewama komployê were nirxandin. Heta ku tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me bidome. Divê her kesên aligirên demokraî û aadiyê xwedî li çalakiyan derbikevin.”