Greva li Strasboûrgê bi biryardarî didome

Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda Îmraliyê di roja 55’an de didome.

Li Strasboûrgê ya ku bajarekî Fransayê ye, greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 55’an de bi biryardarî didome.

ÎKE TEDAWÎ QEBÛL NEKIR, VEGERIYA CIHÊ ÇALAKIYÊ

Rojnameger û çalakgera grevê Gulîstan Çiya Îke duh ji ber rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû, rakirin nexweşxaneyê. Îke tedawî qebûl nekir û vegeriya cihê çalakiyê.

Dr. Fahrettîn Gulşen têkildarî rewşa Îke agahî da û diyar kir ku semptomên ku beriya niha diyar kirine didomin û gihiştine astekî cidî. Dr. Gulşen got; “Di demarên diçin mejiyê Îke de îltihap çêbûye. Li gel vê ketin û bilindbûna tansîyon heye. Ev hemû jî di lêdana dil de dibe sedema komplîkasyonekî cidî.”

SERDANÊN PIŞTGIRIYÊ DIDOMIN

Serdanên piştgiriyê yên gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn didomin. Komeke ji Meclîsa Gelê Kurd a Marsîlyayê serdana çalakgeran kirin. Li ser navê komê Berdevka Meclîsa Gel a Marsîlya Sûzan Aydemîr axivî û got; “Bidawîbûna tecrîdê di heman demê de tê wateya bidawîbûna şerê li dijî gelê Kurd. Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven careke din girîngiya pêşengiya jinê derxist holê. Divê xwedî li çalakiyan were derketin.”

‘EM BI RÛHÊ KOBANê XWEDÎ LÊ DERKEVIN’

Hevseroka KCDK-E Fransa Fevziye Erdemîrcî jî serdana çalalkgeran kir û wiha got; “Grevên birçîbûnê her diçe belav dibin. Çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven ji bo dema rêveberiya xweser a Cizîr, Nisêbin û Sûrê weke rexnedayinekê ye. Ji bo ku grevên birçîbûnê bigihîje armancên xwe divê gel xwedî lê derkeve. Em bi rûhê Kobanê xwedî lê derkevin.”

Çalakgiya greva birçîbûnê li navnîşana 273 Avenue de Colmar 67100 Strasboûrg didome.