Greva li Stockholmê ji aliyê koma 3’an ve hat dewrgirtin

Greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê 1’ê Nîsanê destpêkiribû, ji komeke 17 kesî ku ji Norweç û Danîmarkayê hatibûn ve hate dewrgirtin.

Greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re li paytexta Swêd Stockholmê 1’ê Nîsanê destpêkiribû, ji komeke 17 kesî ku ji Norweç û Danîmarkayê hatibûn ve hate dewrgirtin.

Greva birçîbûnê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Stockholmê ku saet 12:00’an bi daxuyaniyeke ya çepemeniyê re hatibû ragihandin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Oslo Ayser Yuce hemû berxwedêrên bi pêşentiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guve tevlî grevê bûne silav ki.

 Yuce anî ziman ku grevên birçîbûnê rûmet û serbilindiya gelê Kurd e, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê rêya rizgariya gelê Kurd û Rojhilata Navîn diyar dike napejirînin.

Yuce da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelên hejar in, destpêkirina greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven nîşaneya nêzîkbûna Ocalan a ji bo jinê ye û got: “Ez weke jinekê bê ka çima jin dikevin grevên birçîbûnê baş dizanin. Me nasnameya xwe bi Ocalan dît. Em vegeriyan xwebûna xwe.”

Aktivîstê Norwecî Tord Vîktor Joensen destnîşan kir ku ji bo piştevaniya bi Leyal Guven û çalakanên din re wê grevek 5 rojan pêk bîne, daxwaz kir ku hevdîtina malbat û parêzeran a li gel Ocalan pêk were.

Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Na Be’ hatin qîrkirin.

Çalakvanên grevan piştre derbasî stasyona metroyê bûn û pankartên ku tecrîda li ser Ocalan tên şermezarkirin vekirin, raya giştî li ser tecrîd û grevan bi gotinî û nivîskî agahdar kirin.