Greva Koçak a li pêşiya NY’yê di roja 8’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Mehmet Alî Koçak a bi daxwaza rakirina tecrîdê li pêşiya NY’yê dayî destpêkirin di roja 8’an de dewam dike. Li ofîsa NY a Cenevreyê jî binpêkirinên mafê mirovan ên cîhanê tê gotûbêjkirin.

Kurdistaniyê bi navê Mehmet Alî Koçak ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Sibatê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye.

Di nava rojê de serdanên Kurdistanî û dostên wan ên ji bo Koç dewam dikin.

Berxwedana li dijî tecrîdê ya li pêşiya NY’yê dewam dike, li Ofîsa NY’yê jî 40’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Ewropa ya Mafê Mirovan a NY’yê ya 25’ê Sibatê hatibû destpêkirin jî didome. Di rûniştinê de binpêkirinên mafê mirovan ên li gelek deverên cîhanê pêk tên tên nîqaşkirin, li gel nûnerên dewletên endamên Konseyê bi sedan saziyên civakên sivîl jî amade bûne.

Koçak ê 8 roj in di grevê de ya ji ANF’ê re axivî.

Koçak diyar kir ku ev 20 sal in ku Ocalan girtiye û got: “Ev 20 sal in Rêbertiya me di nava tecrîdê de dijî.” Koçak bi domdarî got: “Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û zindanan hatiye destpêkirin wê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bike. Armanca me şikandina tecrîd û azadiya Rêbertiya me ye.”

‘TECRÎD NE TENÊ LI SER OCALAN E’

Koçak anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê tecrîda li ser wî ye û got: “Tecrîd li ser hemû gelan tên kirin. Di kesayetiya Rêbertiya me de li ser hemû mirovahiyê tê kirin. Her kesê ji bo xwe dibêje mirov dibê li dijî vê tecrîdê bibe xwedî helwest.

‘DEM DEMA RABÛNA SER LINGAN E’

Koçak destnîşan kir ku dem demê rabûna li ser lingan e û wiha pêde çû: “Divê her kes bi moral dakeve qadan, nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê raber bike û xwedî li berxwedanê derbikeve. Kengê me berxwedan mezin kir, em rabûn ser lingan wê Rêbertiya me azad bibe.”

‘HEVKARÊN SÛC IN’

Koçak bal kişand ser xeteriyên her demê diçe ya li ser berxwedêrên grevan û got: “Bê ku hinek bimirin, divê em rabin ser lingan û tecrîdê bişkînin.”

Koçak bêdengiya NY, CPT, Konseya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîdê rexne kir. Koçak got, bêdengiya van saziyan tê wateya erêkirina bêhiqûqiya dewleta Tirk. Ev jî tê wateya hevkariya sûc.

Mehmet Alî Koç ki ye?

Koçak ê 52 salî, ji Dersimê ye. Ji ber sedemên siyasî neçar ma ku ji welat derkeve û ji sala 2006’an û vir ve li Swîsreyê dijî. Koçak zewicî û bavê 6 zarokan e.