Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê destpêkiribû di roja 106’an de dewam dike. Hefteya borî jî bi tevlîbûna sedan kesî greva birçîbûnê ya dorveger li pêşiya Parlementoya Ewropayê (PE) destpê kiribû.
Ji îro û pêve wê greva birçîbûnê ya girseyî li Avenûe de l’Europe ya pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê dom bike.
Ji destpêkirina grevê ve di serî de ji Elmanya û gelek welatên Ewropayê nûnerên saziyan û welatparêzên Kurd serdana grevê kirin. Di nava kesên tevlî grevê bûne, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Cıvata Îslamî ya Kurdistan (CÎK), Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Hêzê ya Şoreşgerî, Meclîsa Êzidî ya Şengal, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) û gelek rêveberên saziyan û endamhene.
Li gorî agahiyên Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer dayî, hinek sazî îro û hinek sazî jî sibe û pêve wê tevlî grevê biin. Koç diyar kir ku îro nêzî 100 kes tevlî bûn, her wiha bi dehan kes ji bo bên tevlî bibin ketine ser rêya Strasboûrgê.
Çalakiya ku li pêşiya KE’yê dom bike saet 11:00 destpê dike heta 17:00’an dom bike.
Di çalakiyê de belavokên li ser tecrîdê û grevên bêdawî-bêdorveger hatine amadekirin tên belavkirin. Her wiha bi sobhetên li gel kesên derdor tên û diçin jî armanca çalakiyê tê vegotin.
Çalakiyên ciyê jî li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) tê kirin, li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekariyê hatî girtin, 4’ê Nîsanê ji bo roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya jin û ciwanan wê mîtîngek bê kirin.
Endamên TEV-ÇAND’ê jî berxwedêran bi tenê nahêlin.