Greva briçîbûnê ya Nurnbergê kete roja 16'an, li Lahrê greva 3 rojî

Li Nurnbergê ya Elmanyayê greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan dest pê kirî di roja 16'an de didome, li Lahrê jî greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kir.

Greva birçîbûnê ya li Nurnbergê kete roja 16'an, serdana gel didome. Greva birçîbûnê ya ku Şiyar Xelîl dayî destpêkirin li Mala Gel a Medyayê didome.

Şiyar Xelîl dema serdana Kurdan û dostên Kurdan axaftinek kir, diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan rabe û domand,''Ev berxwedana bi pêşengiya  Leyla Guven pîroz e. Berxwedana zindana Amedê dîsa dest pê kiriye''. Xelîl got hewcehî niha ne bi avê û nan, bi Ocalan heye û got divê her kes tevlî nav vê berxwedanê bibe.

Li bajarê Lahrê yê Elmanyayê jî Şemiyê greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kir. Çalakî li Navenda Civeka Kurd a Demokratîk a Lahrê 4 jê jin bi tevlêbûna 5 kesan dest pê kir, gelek kes diçin serdana çalakgeran. Dema çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, ''Heta ku tecrîda li ser Serok Apo rabe em li cem hevalên xwe ne 3u heta dawiyê em ê destekê bidin'' û peyam dan ku ew li cem berxwedêrên din ên greva birçîbûnê ne. Greva birçîbûnê Duşemê berêvarkî wê biqede.