Greva birçîbûnê ya Yûsiv Îba di rojeva Kanadayê de ye

Yûsiv Îba ku li Toronto ya Kanadayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi hin parlamenteran re axivî.

Greva birçîbûnê ya ciwanê Kurd Yûsiv Îba ku ev 50 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de didome. Van rojên dawî li ser pêwendiya çapemeniya Kanadayê çalakiyên grêvên birçîbûnê kete rojeva raya giştî ya Kanadayê.

Ji partiya sereke ya muxafazakar Seref Sebawî û Adpî Cozette û şandye li gel wan di roja 50'î ya çalakiyê de bi Îba re rûniştin. Hevdîtin li ofîsa Cozette çêbû.

Di hevdîtinê li gel parlamenteran saziyên dînî, nûnerên rêxistinên civakî û hin endamên çapemeniyê jî hazir bûn.

Piştî hevdîtina 2 salan şandeyê li Îba guhdar kir, daxwazên wî li cem xwe qeyd kirin.

Îba  tecrîda li ser Ocalan, binpêkirina mafan a li Tirkiyê û êrîşên li ser Kurdan vegot.

Parlamenteran gotin ew rewşa Tirkiyê ji nêz ve dişopînin, ew ê çalakiya Îba jî bişopînin û carê li hev bicivin