Greva birçîbûnê ya Xelîl di roja 15’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Kurdistanî Şiyar Xelîl a li bajarê Elmanya Nurnbergê di roja 15’an de didome.

Greva birçîbûnê ya Şiyar Xelîl a li Mala Gel a Medya ya li bajarê Elmanya Nurnbergê di roja 15’an de didome.

Serdanên piştgiriyê yên ji bo Xelîl didomin, îro endamên Meclîsa Jinan a Sara û Meclîsa Civaka Kurd ya Munîhê serdana Şiyar Xelîl kirin.

Di serdanê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin li ser zextên rejîma faşîst a Tirkiyeyê û hate gotin ku divê xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê were derketin.