Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 63’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 14 aktivîstan a li Strasboûrgê di roja 63’an de bi serdanan didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a 17’ê Kanûna 2018’an li Strasboûrgê destpê kirî, di roja 63’an de didome.

Îro komeke ji Yekîtiya Elewiyan a Eyaleta Bavyera serdana çalakgeran kir. Di serdanê de Endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê (AABF) Ercan Kara çalakger silav kir û wiha got; “Têkoşîna we têkoşîna rûmetê ye. Em di ‘rojên Xizirê’ de ne. Ji bo Elewiyan ev roj pîroz e û em bi hêvî ne ku wê çalakiya we bi ser bikeve, piştevaniya me ya bi we re wê bidome.”

Serokê Herêma Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Bavyera Kemal Ozer jî axivî û got; “Ev têkoşîn ji bo yekîtiya gelan û demokrasiyê tê dayîn. Em di pêvajoyek giran de ne. Em têkoşîna we silav dikin. Rewşa tenduristiya çalakgeran di rojên kiritîk de ye û divê daxwazên çalakgeran pêk werin.”

Ji çalakgeran Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç di serdanê de amade bû û piştre Serokê AABF Bavyera Suleyman Ozturk axivî, komkujî, neheqî û bêqanûniya li Kurdistanê şermezar kir û têkoşîn silav kir. Ozturk diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke rûmetê ye û bang li hemû bindestan kir ku li dora çalakgeran bibin xelek.

Piştre li ser navê çalakgeran Yuksel Koç axivî, xêrhatina komê kir û got; “Dewleta Tirk bi sed salan e baweriya gelan tine beramberî hev û hebûna xwe didome. Mûaviyeyê demê û têkoşîna Huseyîndidome.” Koç têkoşîna tê dayîn weke ‘têkoşîna Huseyin’ bi nav kir.

Koç bang li hemû bindestan kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dora têkoşînê bibin xelek.