Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 54’an de ye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Kanûna 2018’an de 14 kesan li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû.  Ev çalakî di roja 54’an de didome.

Greva birçîbûnê ya ku 52 roj in li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Strasboûrgê didome, ji duh û şûnde li cihekî din didome. Ji ber nexweşiyên çalakgeran û biçûkbûna cih, ew ê çalakiya greva birçîbûnê li ‘273, Avenue de Colmar 67100’ bidome.

Vê avahiya nû çûna wê bi tramvayê jî hêsan e.

Berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê ên ku çûn cihê nû, li wê derê jî Kurdan û dostên wan piştgiriya wan kirin. Endamên meclîsên Parîs, Zurîha Swîsreyê û ya Saarbruckenê ya Elmanyayê hatin serdana çalakgeran.