Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 23’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tendursitî û azadiya Ocalan a li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin di roja 22’an de didome.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a li bajarê Strasboûrg ê Fransa hatibû destpêkirin, di roja 23'an de didome.

BIJÎŞK ÇALAKGERAN KONTROL DIKE

Saetên sibê çalakgeran nirxandinek kurt kirin û Dr. Fahrettîn Gulşen ê li Strasboûrgê çalakgeran kontrol dike. Piştî kontrolê çalakger girseyên gel ên ji her derê Ewropa serdana çalakiyê dikin pêşwazî dikin.

MECLÎSA GEL A DUREN-AACHENÊ SERDANA ÇALAKIYÊ KIR

Îro komeke ji bajarê Durehn û Aachen ên eyaleta Nordrheîn-Westfalen yên Elmanyayê serdana çalakgeran kir.

Berpirsek li ser navê komê ku di nava wan de rêveberên Meclîsa Gel Aachen-Duren jî hebûn axivî û bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku di roja 63’an de ye. Rêveberê Meclîsê diyar kir ku rewşa tenduristiya Guven di metirsiyê de ye û banga ketina tevgerê li saziyên peywendîdar kir.

Reveberê Meclîsa Gel wiha jî got; “Em dixwazin grevên birçîbûnê bixin rojeva Ewropa û raya giştî ya cîhanê. Îro wê li Aachenê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Denîz Firat wê çalakiyek were lidarxistin.”

‘DIVÊ ÇALAKIYÊN LI EWROPA Û HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK ZÊDE BIBIN’

Çalakgerê greva birçîbûnê Yuksel Koç jî axivî û got; “Tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Em û çalakgerên grevên birçîbûnê ji bê moral û hêzê dikin û bi vê armancê berxwedan didome.”

Koç daxwaz ji Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku xwedî li çalakiyan derkevin û diyar kir ku îro fersendekî mezin di destê Kurdan de heye. Koç wiha domand; “Divê çalakiyên li Ewropa hê bêhtir werin bihêzkirin û ji bo wê jî xebatên dîplomatîk werin kirin ji bo ku çalakiyê ji bo pêkhatiyên cûda jî rabigihînin.”

Heta amadekarina vê nûçeyê jî komeke ku ji bajarê Basel ê Swîsreyê serdana çalakgeran kir û hate zanîn ku serî de Elmanya û ji gelek welatan serdanên piştgirîdayînê wê werin kirin.