Greva birçîbûnê ya li Berlînê dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Berlînê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, 8 roj li pey xwe hişt. Alîkarê Serokê Meclîsa Başûrê Afrîkayê serdana çalakgeran kir.

Çalakgeran li navenda CDU'yê hevdîtinek pêk anîn. Çalakger bi şêwirmendê Seroka nû ya CDU'yê Annegret Kramp Karrenbaûer re rûniştin. Piştre jî bi Alîkarê Serokê Meclîsa Başûrê Afrîkayê Solomon Lechesa Tsenolî hevdîtin kirin.

TSENOLÎ: EZ ÇALAKIYA WE JI BO OOCALAN GELEKÎ GIRÎNG DIBÎNIM

Serdana Tsenolî li komeleya NAVDEM'ê ya Berlînê pêk hat. Tsenolî got, "Ez kêfxweş im ku li vê derê bi we re me. Ji bo min cihê serbilindiyê me ku li gel Kurdên ku li edaletê digerin. Ez vê çalakiya we gelekî girîng dibînim."

Tsenolî diyar kir, kampanya ku niha tê meşandin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got, divê Ocalan tavilê azad bibe.

Tsenolî anî ziman, bi navê komunîstên Başûrê Afrîkayê ew vê kampanyayê gelekî hêja û girîng dibînin, destekê didin û got, "Ji ber ku tecrîda ku niha li Ocalan tê ferzkirin, li Mandela jî hatibû ferzkirin. Kampanyayên bi vî rengî jî rê li ber azadiyê vekiribû.

Divê cîhan êdî baş zanibe ku gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê xwe dibîne. Wî rastiya Kurdistanê nîşanî me da. Divê em guh bidin nêrînên Ocalan û pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê. Bi dîtina min, bi nêrîn û projeyên Ocalan aştî dikare bê tevahiya Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê azadiya Ocalan mijareke ku tevahiya mirovahiyê eleqedar dike."

MÎTÎNGA LI BRANDENBÛRGER TOR

Çalakgerên greva birçîbûnê saet 15'an jî li meydana Brandebûrger Tor a Berlînê mîtîngek pêk anîn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujerê zarokan Erdogan lji Kurdistanê bicehime", "Em tecrîdê bişikînin Rêber Apo azad bikin", "Bila dagirker ji Kurdistanê bicehimin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.