Greva birçîbûnê ya li Atînayê kete roja 9’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Oacalan û piştgirîkirina hevseroka KCD’ê û Parlemtera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya li Atîna destpêkiribû kete roja 9’an.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Akademiyê ya paytexta Yewnanistan Atînayê ya yek ji cihên tûrîstiye hatibû destpêkirin dewam dike.

Li kadê kon hatiye vedan û gelek kes serdana kon dike. Di konê grevê de piştgirî tê dayîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev mehek zêdetir e li dijî tecrîdê li di grevê de ye.

Çalakvanên greva birçîbûnê ji 10 koman pêk tê û wê heta 21’ê mehê bi dawî bibe.

Ji derveyî Kurdan penaberên li Yewnanistanê jî serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Her wiha Kurdistaniyên ji beşên cuda jî cihê xwe di çalakiyê de girtin hestên xwe anîn ziman.

‘KURD DENGÊ XWE BIKIN YEK’

Kurdistaniyê ji Başûrê Kurdistanê Ebdurehman Bamernî piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anî ziman û diyar kir ku ji Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê agahî ne û got: “Pêwîst e dengê Kurdan bibe yek, da ku deng û hêza xwe bikare bigihîne Neteweyên Yekbûyî û di zûtirîn demê de rewşa Rêber Apo zelal bike.”

‘RÊBER APO JI BO AZADIYÊ CANÊ XWE FEDA KIRIYE’

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mistefa Efrînî jî anî ziman ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kiriye û wiha pêde çû: “Ji bo vê ye ku 20 sal in zilm û di nava tecrîdê de ye. Tişta Rêber Apo kete ser mila kir ji bo vê divê gelê Kurd jî bi hemû hêza xwe xwedî lê derbikeve. Bang li hemû sazî û rêxistinên Kurdan dikim ku rabin ser xwe û ji bo Rêberê xwe bi dil û can li ber xwe bidin.”

‘EM JI BO BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ KETINE GREVÊ’

Welatiyê Ji bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Çiya Rojhilat jî bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got: “Ji bo yekîtiya Kurdan me dest bi çalakiyê kiriye. Em piştgirî didin Leyla Guven. Ji bo şikandin û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo em ketine çalakiyê. Heta bidawîbûna tecrîd û azadiya Rêber Apo wê çalakiyên me bi şêwazên cuda bidome.”

‘EM BI BIRYARIN ÇALAKIYÊ BIDOMÎNI’

Welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Serhat Qazî diyar kir ku ji ber zilam dewleta Tirk neçar bûye xaka xwe bihêle û koçî Ewropa bike. Qazî got niha derfet heye ku me li Kurdbûna xwe xwedî derbikevin û diyar kir ku bibiryarin ku çalakiyê bidomînin heta bigihêjin armancên xwe.

Tevî baran û rewşa hewaya xirab jî çalakvanên grevê çalakiya xwe didomînin.