Greva bêdawî û bidorveger a li Strasboûrg dewam dike

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) a li bajarê Strasboûrg a Fransa ya bi armanca piştevanîkirina berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger tê kirin, di roja 8’an de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li Strasboûrgê ji aliyê Endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hate dewrgirtin.

Di merasîma dewrgirtinê de berdevka SMJÊ Nûrê Alkîş axivî berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven didomin, silav kir.

Alkiş bi berdewamî got: “Di hefteya ku di serî de li Kurdistanê û tevahî cîhanê jinên Kurd bi wesîleya 8 ê Adarê li qadan têkoşîna azadiyê dimeşînin û em SMJÊ greva birçîbûnê didomînin. Bêguman hevgirtina vîna azad a jinê di asta jorîn de derdixîne holê. Em jinên Êzîdî bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinê bi xwe re diafrîne, têkoşîna xwe bilind dikin. Felsefeya Rêbertî çawa li Dêra Zorê bi sedan zarok û jinên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin wê bi berdewamî bi şikandina tecrîtê û hilweşandina faşîzm e hemû gelên bindest rizgar bike û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk aşitiyek mayînde wê bi xwe re bîne.”

Nûrê Alkiş qala bêdengiya CPT, NY û Konseya Ewropa jî kir û got; “Li hemberî vê heqîqetê di serî de Konseya Ewropa,CPT û NY bi berdewamî di bêdengiya xwe de ferz dikin. Lê em jin em ê bi felsefeya jiyanê ‘Jin Jiyan Azadî’ têbikoşin. Çi dibe bila bibe em ê vê bêdengiyê bişkînin û bi hêza xwe ya berxwedaniyê têkoşîna xwe bi ser bixînin.”

Di derbarê çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ didome.