Greva bêdawî û bidorveger a li Strasboûrg dewam dike

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) a li bajarê Strasboûrg a Fransa bi armanca piştevanîkirina berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger di roja 2’an de ye.

Ji bo piştevanîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê dane destpêkirin, li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) her 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger duh hatibû destpêkirin.

Koma yekem a greva bêdawî û bidorveger a endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Greva birçîbûnê ya li qada pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û çalakiya Nobeda ji Ocalan re azadî lê dom dike, bi serdanan dewam dike.

TÊKILDARÎ TECRÎDÊ AGAHÎ HATIN DAYÎN

Endamên PYD’ê tevahiya rojê belavokên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin belavkirin. Eleqeyek zêde nîşanî çalakvanan hate kirin.

Her wiha endamên PYD’ê li gel welatiyên ku li herêmê li ser rewşa Ocalan û têkoşîna wî û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan gotûbêj kirin.

LI QADA KU ÇALAKIYA NOBEDÊ DOM DIKE

Li qada ku çalakiya greva bêdawî û bidorveger lê dom dike, li gel hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ku tecrîdê şermezar û daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin hildan.

Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdorî wê dijîn jî çalakvan bi tenê nehiştin û serdana wan dikin.

Li qada ku grev lê hatiye destpêkirin, çalakiya Nobeda Ji Ocalan re Azadî ev 7 sal in lê dom dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê 4 Kurdistaniyên ji bajarê Baselê hatine dewir girtine.