Greva Aydemîr di roja 24’an de ye: 7 jin ji bo 2 rojan ketin grevê
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Erol Aydemîr di roja 24’an de didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Erol Aydemîr di roja 24’an de didome.
Berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, didomin.
Aydemîr ê ku beriya 24 rojan li girava Sardenya ya Îtalyayê beşdarî berxwedanê bûbû û çalakiya xwe piştre li Romayê domand û çaakiyên pişevaniyê didomin.
Îro li Romayê 3 Îtalya û 4 Kurd 7 jinan bi armanca piştevaniyê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.
SENDÎKAYA KARKERAN A HERÎ MEZIN PEYAMA PIŞTEVANIYÊ DA
Li aliyê din sendîkaya karkeran a herî mezin ya Îtalyayê Fîom Ccl bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê re daxuyaiyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Erdoganê zalîm nizane raweste, dijminê demorasiyê şermezar dikin.” Divê demildest ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava tevgerê.
Li tevayî Îtalyayê çalakiyên vekirina pankart û belavkirina belavokan a ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê didomin.