Goksûngûr: Bi bûna yek em ê bi ser bikevin

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr serdana çalakiya greva birçîbûnê ya girseyî ya li Kolnê ji aliyê AvEG-Kon, SKB û Yoûng Strûggeleyiyan ve hatiye destpêkirin, kir. Goksûngûr a li vir axivî got: “Bi bûna yek em ê bi ser bikevin.”

Serdanên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girseyî ku ji aliyê Ferderasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Yoûng Stûrggleyiyan ve hatibû destpêkirin, dewam dike.

Di nava kesên çûne serdanê Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî heye. Goksûngûr li gel çalakvanan daxuyaniyek da. Goksûngûr kesên tevlî grevê bûne silav kir û got: “Tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan, heman demê pirsgirêka hemû hêzên muxalîf û demokrasiyê ya civakê ye. Endamên hilbijartinê diyar kir ku ti hêz nikare vîna gelê Kurd binpê bike. Em serî natewînin. Berxwedan wê bidome.

Goksûngûr got: “Grevên birçîbûnê yên her 5 rojan ên li Strasboûrg û Berlînê destpê kirine, greva li Kolnê jî ku parçeyek ji vê ye têkoşîna antîfaşîst bilind dikin. tecrîd wê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşîne.

Li ser navê çalakvanan jî Hevserokê AvEG-Kon Bakî Selçûk axivî û spasiyên xwe pêşkêşî Goksûngûr kir û got: “Em parçeyek ji vê têkoşînê ne. Bi têkoşînê em ê bi ser bikevin. Bijî piştevaniya şoreşgerî.”

Greva birçîbûnê bi belavkirina belavokan û axaftinên Elmanî-Tirkî didomin.