BI DÎMEN

Gerîlayên YRK’ê li Evryê hatin bibîranîn

Gerîlayên YRK’ê Cengawer Mîkayîl, Andok Tolhildan û Raman Rênas ên di 14’ê Tîrmehê de li Pêncewînê şehîd bibûn, li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn.

Ji bo gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Cengawer Mîkayîl (Hidayet Resûlî), Andok Tolhildan (Omer Firat) û Raman Rênas (Îrfan Zendî) yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêncewînê şehîd bibûn, li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Çanda Kurda a Evryê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Endamê Dîwana Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Farûk Soylemez axivî. Soylemez anî ziman ku li dijî êrîşên qirkirinê divê civak jî berpirsyariya xwe bi cih bîne û layiqî şehîdên xwe be. Soylemez diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk tehemilî muzîk, ziman û hebûna Kurdan nake û li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Soylemez dest nîşan kir ku li dijî êrîşên qirkirinê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedanek bi heybet li ber xwe dide û got: “Eger berxwedana gerîla û gel bibe yek, serketina mezin nêz e.”

Welat Demhat jî li ser navê malbatên şehîdan axivî û jiyana şehîd Andok Tolhildan vegot. Demhat bal kişand bi ser xiyaneta PDK’ê jî û wiha got: “Destê PDK’ê di xwîna gerîlayan de heye. Piştgiriya PDK’ê ya ji bo dagirkeriyê kir ku hevrêyên me şehîd bibin. Armanca hevkariya PDK’ê ew e ku Kurdistanê bi temamî tine bike û hemû destkeftiyên xwe pêşkêşî pergala qirker a dewleta Tirk bike. PDK xençereke ku di hesreta gelê Kurd çikilî ye.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.