Gelo êrîşa li Strasboûrgê komployek li dijî Êlek Zeran e?
Li Fransayê, di demekê de ku bi çalakiya Êlek Zeran hikumet kete nava krîzê, li Strasboûrgê êrîşeke çekdarî rû da. Vê yekê rê li ber gumanan vekir ku êrîş dibe ku 'komployek' be.
Li Fransayê, di demekê de ku bi çalakiya Êlek Zeran hikumet kete nava krîzê, li Strasboûrgê êrîşeke çekdarî rû da. Vê yekê rê li ber gumanan vekir ku êrîş dibe ku 'komployek' be.
Gelek Êlek Zerên ku rojên dawî ji medya Fransayê re axivîn, êrîşa 11'ê Kanûnê ya li Strasboûrgê ku 3 kes di encamê de mirin, weke 'komployekê' bi nav kirin. Di medya civakî de jî ev nêrîn û guman tê nîqaşkirin.
Ji Êlek Zerên li herêma Pas de Calaîsê Chrîstîn a 38 salî ji rojnameya Lîberatîonê re got, êrîş 'plankirî' ye. Chrîstîn got, "Em her kesî aciz dikin. Tiştekî ecêb e ku êrîş di demeke welê de pêk hat, ku çalakî germ bûbûn."
Jean-Marîd ê 63 salî jî got, "Êrîş karê hikumetê ye. Kes nikare vî fikrî ji serê min derxîne."
Maxîme yê 28 salî jî di wê baweriyê de ye ku drama li Strasboûrgê manîpulasyon e. Patrîck ê 64 salî jî got, "Serbestberdana kesekî ku di kategoriya S de navê wî hatiye qeydkirin, gelo tiştekî normal e?"
Ji ber ku êrîşkarê li Strasboûrgê piştî êrîşê reviya, fikarên li ser komployê xurtir bûn. Jean-Pîerre yê 69 salî got, "Serê dibehê diviyabû ew bigirta, lê bi rengekî ecêb ev yek nebû."
Frederîc ê 52 salî ku ji 17'ê Mijdarê ve çalakiyan li dar dixe got, "Ev yek lîstikeke Macron e. Ev zelal û li pêş çavan e." Frederîc diyar kir ku ew xemgîn e ji ber ku welatÎ di êrîşê de mirin û got, "Mirov pê diêşe, lê em zanin ku ev yek ji Macron tê. Tenê li xwe difikire."