Gelê Samî li hemberî dewleta Swêdê bi ser ket

Têkoşîna hiqûqê ya Samiyan ku 10 sal in li hember dewleta Swêdê dimeşînin, bi serketina Samiyan bi dawî bû. Dadgehê biryar da ku erka nêçirvanî, masîgirî û radestkirinê ya Samiyan e.

Li herêmên Samiyan ku jê re Laponya tên gotin, demeke dirêj e di navbera Samiyan û dewletê de nakokî hebûn.

Nakokî û lihevnekirin jî li ser mijara; nêçirvanî, masîgirî, xwedîkirina xezalên ren û radestkirina van mafan ji bo hinekî din bû.

Samiyan qebûl kirin ku milkiyeta xaka wan a bi hezaran salan li ser in ya dewleta Swêdê ye, lê belê qebûl nedikirin ku mafê nêçirvanî, masîgirî, xwedîkirina xezalên ren û radestkirinê ji destê wan bê derxistin.

Dewleta Swêdê jî îdîa dikir ku ev maf di destê Meclîsên Giştî yên Bajêr, yanî di destê dewletê de ye.

Gundê Gîrjas ê Samiyan li ber rabûn ku mafê wan ê xwecihî bê desteserkirin. Xwest ku li herêmên wan mafê nêçirvanî, masîgirî û erka radestkirinê ya wan be.

DADGEHA DESTPÊKÊ GELÊ SAMÎ MAFDAR DÎT

Di dîroka Swêdê de yekemcar dadgehekê biryar da ku Samiyan mafdar dibîne. Dadgeha Destpêkêya li herêmê hikum da ku masîgirî, sewalkarî û xwedîkirina xezalên ren bêyî pirsîna ji hikumetê Samî dikarin biryarê li ser bidin.

Hikumeta Swêdê biryar bir temyîzê û gihand ber destê Dadgeheke Bilind. Dadgeha Bilind a Norrland a Bilind jî qebûl kir ku mafê Samiyan e bi tena serê xwe masîgiriyê û nêçirvaniyê bike, lê mafê wan nîne ku erka radestkirinê bi xwe pêk bînin.

Ji ber ku hem Samiyan hem jî dewlet li ber biryarê rabûn, biryar çû ber destê Dadgeha Bilind.

DADGEHA BILIND: ERK DI DESTÊ SAMIYAN DE YE

Dadgeha Bilind biryara xwe doh bi belavokeke çapemeniyê eşkere kir û daxwaza gundê Gîrjasê mafdar dît û ragihand ku mafê Samiyane di nava sînorê gund de sewalkariyê û masîgiriyê bikin û vî mafî radestî hinekan bikin.

Dadgeha Bilind destnîşan kir ku erka radestkirina mafê nêçirvanî û masîgiriyê ne mafê dewletê ye, lê belê mafê Samiyan e.

BIRYAR DIKARE BIBE MÎNAK

Samiyan biryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Serokê Gundê Gîrjesê Mattî Blînd-Berg ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re axivî û got, "Divê em biryarê bixwînin û binirxînin. Em neçar in ku mekanîzmayeke mafê radestkirinê diyar bike ava bikin."

Li Swêdê 51 herêmên cografî yên Samiyan hene ku 33 ji wan gundên çiya û 10 jî gundên daristanan tên binavkirin. Biryara Dadgeha Bilind ji bo gundên din ên Samiyan dikare bibe mînak, lewma xwedî wateyeke taybet e.